Tasên jiyan û xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:06

  • Tas semboleke xurt e di Êzîdîtiyê de Tasa ku Adem jê vedixwe û zindî dibe, tasa di rîtuelan de tê gerandin û Tasa Mama Raşanê îşaret bi vê xurtiyê dikin.

Tas semboleke xurt e di Êzîdîtiyê de Tasa ku Adem jê vedixwe û zindî dibe, tasa di rîtuelan de tê gerandin û Tasa Mama Raşanê îşaret bi vê xurtiyê dikin. Di gelek diyanet û ayînên din de jî cihê Tasê yê pîroz heye. Axir xwedê dizane xişirçêkera Ingilîz Alexandra Raphael jî vî aliyê pîroz ê tasan ji xwe re kiriye feyz û tasên wisa ji zîv, zêr, cam, kevirên bi qîmet çê dike, ku mirov heyranê xwe dikin. Ew xasma jî rengandina camê ji bo hunerê xwe dike bingeh.

Alexandra Raphaelê teknîka xwe bi xwe bi pêş xistiye û tasên ji mucehweran çêdike. Ew hunerê emayekirinê yê kevin xweşik li gorî xwe diedilîne û dibe pispor di warê bikaranîna emayeyên bêpişt de. Ew têlên zirav ên ji zîv û zêr jî bi hostetî bi kar tîne. Axir tişta ji cam û van têlan tê çêkirin dikeve firinekê û di qederê 800 pileyê de dipije. Berhema derketî holê jî di dawiyê de xweşik tê paqijkirin û cîlakirin. 

Ew ji bo berhemên xwe dibêje, “Ez carinan ji xwe dipirsim, ez çima emaye dikim? Saniyeyeke tenê zêde jî di firinê de bimîne, encam dibe felaketek. Rengekî ku timî xweşik û nazik bû - ji ber sedemeke nediyar - şaş çêdibe. Lê gava emayekirin serketî ye: kêf kêfa min e! Ma madeyeke din heye ku rengên evqasî diteyisin çêke? Vedana dibiriqîne ya camên rengandî di binê wan de zêr û zîv. Weke rengekî avê yê mirov di binê de cam û metal bi kar bîne.”

Axir encamên berhemên wê yên ku îlhama xwe ji feza, xweza û jiyanê digirin, hêjayî dîtinê ne. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.