• ROJIN’ê bi dirûşmeya "Bi felsefeya Jin jiyan azadî em ê tariyê ronî bikin" Konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mohra xwe li konferansê xist. 

Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) di navbera 2-3'ê Kanûna 2023’yan de bi beşdariya bi dehan rojnamevanan konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist. Konferans bi dirûşma "Em ê bi felsefeya Jin jiyan azadî, tariyê ronî bikin" pêk hat.

Di konferansa ROJIN de yek ji mijarên sereke Pengava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bû.

Rojnamevanên jin got, li hemberî polîtîkayên şer û kaosa tê kûrkirin û qirkirina jinan, Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinan û civakê di asta cîhanê de her ku diçe mîna alternatîfekê bi bandor dibe. Lewra êrişên herî dijwar ên pergala hegemon li ser Îmraliyê tên kirin.

Têkoşîn bi xurtî dimeşe

Di nirxandinan de sedsala 21’ê weke sedsala jinê hate pênasekirin û hate gotin, “Bi destê desthilatdaran polîtîkayên şer, kedxwarî, desthilatdarî, kuştina jinan, êrîşa li dijî jinên pêşeng, têkbirina exlaqê civakê û tarûmarkirina xwezayê roj bi roj zêdetir dibin. Bi şerê li dijî gelan tê ferzkirin, li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergaleke desthilatdariya mêr tê ferzkirin. Li hemberî vê têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd ji bo parastina nirxên mirovahiyê, azadî û demokrasiyê hewl dide pergaleke di mîhwera jinê de ava bike.” Di konferansê de hat gotin, ev şer û têkoşîn herî zêde bi rêya çapemeniyê tê meşandin. Lewra meydana medyayê ya di destê mêrên serdest de bûye warê dezenformansyon, manîpulasyon, polîtîkayên şerê taybet, mêhtingerî, û zayendîperestiyê. Ji ber wê yekê jî erkê rojnamevanên jin ango ragihandina xweser jî ew e ku li hemberê van êrişan hîşyarbûneke cîvakî bide avakirin.

´Jin jiyan azadiyê´ guherand

Yek ji rojevên herî girîng ên sala dawî ya weşangeriya jinan, weke serhildana 'Jin Jiyan Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku Şoreşa 'Jin jiyan azadî' li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê guhertinên cidî yên civakî pêk anîne. Rojnamevanên ku rastiya rejîma Îranê û serhildana jinan ragihandin, bûn hedef û hatin girtin. Tevî êrişan jî israra ji bo ronîkirina heqîqetê, dewam kir. Li aliyekî din Şoreşa Jinê ya li Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat, yek ji mijarên nîqaşên rojnamevanên jin bû û îşaret bi êrişên nû hate kirin. 

Dibine zimanê heqîqetê

Di konferansa 3’yemîn a ROJIN de têkoşîna gerîlayên jin a li dijî dagirkeran û dijminên jinan jî hate nirxandin û hate gotin, medyaya cîhanê xwe li hemberî vî şerê dijwar ker, kor û lal kiriye, yan jî bi nêrîna desthilatdaran li vê têkoşînê meyze dike.

Rojnamevanan diyar kir ka çawa heta niha bi berdêlên mezin bûn zimanê heqîqetê ji niha û pê ve jî bi wêrekî wê têkoşîneke berfireh ji bo avakirina çapemeniyeke alternatîf a bi nihêrîna jinan têbikoşin. Bi fikra ku jiyan, bi beşdarî û nihêrînên jinan dikare rasteqîn û bedew bibe, bi rojnamevanên jin ên cîhanê re bên gel hev û rêxistinbûyîna di qada medyayê de xurt bikin.

Hin Biryarên konferansê

* Li dijî tecrîda şîdandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan em ê  weşangeriyeke ji bo hişyarkirina jinan û civakê bikin.

* Li hemberî polîtîkayên qirkirina civakî yên mîna koçberî, fuhûş, guhertina demografyayê, madeyên hişbirê weşangeriyekê bikin esas a ku civaka exlaqî û polîtîk, welatparêziyê pêş dixe.

* Li dijî her cûre êrişên pergala mêr-dewletê bi zanista jinê em ê, bûyerên derbarê jinan de, nerazîbûnên civakî, pirsgirêk û nakokiyan wek pirsgirêka azadiya jinan binirxînin û li ser van esasan weşaneke bi bandor bikin.

* Ji dîrokê heta îro ji bo bidawîanîna desteserkirina jiyan, ked, huner, talana xwezayê, fikir û çalakiyên jinan û rojên ku hatine tarîkirin, bê ronîkirin, em ê weşangeriya rastiyê esas bigirin.

* Medyaya dîjîtal bi armanca bipêşxistina zanebûna civakî bi kar anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN