- Li Kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên dewleta Tirk dest datînin ser mal û milkên şêniyan, daran dibirrin û zeyta Efrînê tevî hevkaran li bazara cîhanê weke zeyta Tirkiyê difiroşin.
Kantona Efrînê bi çandina her cûre darên zeytûnan navdar e. Li gorî çavkaniyan, derdora 18 mîlyon darên zeytûnan li Efrînê hatibûn çandin. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve Efrîn dagir kirin, bi sedhezaran dar birîn, şewitandin û desteserkirin û bace li cotkarên mane ferz kirin.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo li ser rewşa Efrînê û nexasim darên zeytûnan got, komên çete dest danîne ser darên li navçe û gundên dagirkirî û heta niha zêdeyî 280 hezar darên zeytûnan birîne, zêdeyî 15 hezar şewitandine û zêdeyî 20 hezar jî hil kirine. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî jî got: "Di operasyona 'Çiqlê Zeytûnê' de bi hezaran depoyên zeyta zeytûnan li Efrînê hatin dizîn û li bazaran hatin firotin."
Li aliyekî din, hejmarek bazirganan destnîşan kirin ku bi zehmetî zeyta zeytûnan peyda dikin, ji ber ku Tirkiye nahêle berhemên xwecihî derbasî bazarên Sûriyê bibe û ew, wekî berhemekî Tirkî li derve didin firotin.
Tevî hevkaran zeytê didizin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî, li ser zimanê berdevkê wê û rojnameya "Publico" ya Spanî ev mijar piştrast kir. Di rapora rojnameyê de hate diyarkirin ku Tirkiye zeyta zeytûnan a ku ji Efrîna bakurê Sûriyê digire û gotina "Berhemê Tirkî" li ser dinîvise û bi rêya şirîketan derdixîne derve.
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di mewsima 2018'an de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe zêdeyî 70 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê dizî û derbasî Tirkiyê kir û ji wir bi navê "Li Tirkiyê hatiye çêkirin" derbasî dewletên Yekitiya Ewropayê kir.
Şêxo piştrast kir ku li Efrînê şirketek bi navê "Kerîm Kurdî" heye, zeyta zeytûnan dikire û difiroşe û bi navên xeyalî bi çavdêriya istîxbarata Tirkiyê derdixîne derve.
Rêbazên peydakirina zeyta zeytûnên Efrînê ji bazarên Sûriyê bi qaçaxçîtiyê ye ku lêçûna derxistina her tenekeyekê ji Efrîn ber bi Helebê ve 27 hezar lîreyên sûrî ye. Lê buha bi bilindbûn û daketina dolarê tê guhertin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî ji ANHA'yê re diyar kir ku çete bacê li kesên mewsima xwe berhev dikin, ferz dikin.
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Zeytûn di Cotmehê de tên çinîn, lê şêniyên Efrînê ev sê sal in li pey hev ji vê xêrê hatin mehrûmkirin, ji ber ku milkên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine desteserkirin.
Dayika Meryem bi hesret dibêje: "Piştî saleke dirêj ji ked û westandinê, di vê mehê de me dest bi berhevkirina zeytûnan dikir. Lê niha dagirker ketine nava milkên me û bi dilekî sar daran qut dikin, ji ber di çandina wan de newestiyane."
Li gorî endezyarên çandiniyê yên ji kantona Efrînê, berhemê salane yê zeytûnan û hilbirînên wê derdora 200 milyon dolar e.