Talaneke nû: Bendava Nerdûşê
Çarşem 29 Çile 2025 - 02:45
Talankirina ekolojiyê ya li çiyayên Cûdî, Gabar û herêmên Besta, Faraşîn û Qaşuran ên Şirnexê bi bênavber didome. Li bajêr di 19 salên dawî de ji ber 9 projeyên bendavê yên ku ji aliyê Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) ve tên meşandin, bi sedan dar hatine birîn û bi sedan donim zeviyên çandiniyê zirar dîtine. Ji ber bendavan rê û qadên jiyanê di bin avê de man û gelek çem û robar jî ziwa bûn. Çêkirina "Bendava Cizîrê" ya ku wê qadên dîrokî û çandiniyê yên Herêma Kasrik a navçeya Cizîrê di bin avê de bihêle, di Îlona 2024'an de dest pê kir. Ji bo bendavê gelek zevî hatin îstimlaqkirin û 49 sal lîsansa wê hat dayîn. Hat diyarkirin ku bendav piştî bendava Ilisûyê ku bû sedema hilweşandina avahiyên dîrokî yên li navçeya Heskîfê ya Êlihê, wê bibe duyemîn bendava herî mezin.
Banga civînê kirin
Li gel nerazîbûnên gelê herêmê yên li hemberî bendavê, vê carê projeya bendavê ya li ser Çemê Nêrdûşê ya ji navçeya Cizîrê heta Silopiyayê dirêj dibe hat rojevê. Ji aliyê Midûriyeta Herêma 10'emîn a DSÎ'yê ve bang li gundiyan hat kirin ku beşdarî civîna ku wê di çarçoveya Pêvajoya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) de bê lidarxistin bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Midûriyeta Herêma 10'emîn a DSÎ'yê plan dike ku li navçeya Şirnex Cizîr, Silopiya, Ûçagaç û gundên Bozalanê projeya HES'ê û avdanî, kanan, tesîsa perçekirina-hêrandinê û tesîsa betonê ya bendava Nerdûşê bi cih bîne. Ji bo projeya navborî, li gorî xala 9'an a talîmatên ÇED'ê, ji bo agahdarkirina gel û nêrîn û pêşniyazên wan di roj û saeta ku li jêr hatiye diyarkirin de dê civîneke agahdarkirina gel û beşdarbûna pêvajoyê bê lidarxistin."
Jîngeh çandinî dîrok tine dibe
Xelkê ku nerazîbûnê nîşanî projeyê didin, naçin civînan. Çemê Nêrdûşê ku ji Çiyayê Cûdî ber bi devereke berfireh heya navçeya Silopiyayê diherike, hem di warê çandiniyê de hem jî di warê vexwarinê de pêdiviya gel dabîn dike. Ger bendav bê çêkirin wê hem jîngeh hem jî çandinî tune bibe. Her wiha wê gelek deverên dîrokî û gund jî di bin avê de bimînin.
MA/ZEYNEP DURGUT