Talana li Gabarê didome
Çarşem 27 Mijdar 2024 - 02:20
Li çiyayên Gabar û Cûdî û herêma Besta, Qaşûran û Elkê yên Şirnexê birrîna daran û talana neftê bênavber didome. Herêma ku zêdeyî 3 sal in dar lê tên birrîn, bi teqandina dînamîtan tê wêrankirin. Çiyayê Gabarê ku her roj dewlet pesnê xwe dide û propagandaya neftê dike, tê xerakirin. Di pêvajoya tunekirina xwezayê ya 3 salan de herêm bi giştî ber bi wêranbûnê ve diçe. Talana xwezayê li herêmên cuda belav dibe. Çiyayê Gabarê ku bi salane her mehê carekî tê qedexekirin her carê bi hinceta "herêma qedexe ye" nahêlin xelkê herêmê biçe gundên xwe.
Di dîmenên nû yên ku li herêma Biyavê ya Çiyayê Gabarê hatine kişandin de, tê dîtin ku darên sedsalan yên hatine birrîn bi dehan kamyonan tên barkirin û tên birin.
MA/ŞIRNEX