Talana dagirkeran dewam dike

Sêşem 25 Çile 2022 - 22:45

  • Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi maşînên giran û dozeran Girê Furaq dikolin. 

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi maşînên giran û dozeran Girê Furaq dikolin. Ev gir nêzî Cindirêsê li kêleka çemê Efrînê ye. Ev girê ku wekî sîteke arkeolojîk hatiye qeydkirin, li gor SOHR´ê niha bêserûber tê talankirin.

Armanca çeteyên dagirker hem tinekirina dîroka Efrînê û hem jî firotina van berheman e. 

Li gorî SOHR´ê gir bi temamî bi dozeran hatiye kolan. Erda hatiye kolan, 2 hezar û 500 metreyên bi çarçik e.

23´ê Çile jî çavkaniyên SOHR´ê dane zanîn ku çeteyên dagirker “kolana li Girê Qurtubayê yê li bakurê Efrînê bi mekîneyên giran û ên kolanê, ji nû ve dane destpêkirin.”  

SOHR´ê wekî din da zanîn ku li van giran û li girên beriya niha yên texrîbkirî, hem gir hatine tinekirin û hem jî ziyaneke mezin li zeviyên li dora van giran hatiye kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.