Talan û diziya Naziyan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Li Ewrûpayê di navbera salên 1930 û 1940’î de ji hêla Nazîyan ve gelek berhemên hunerî hatin dizîn. 

Li Ewrûpayê di navbera salên 1930 û 1940’î de ji hêla Nazîyan ve gelek berhemên hunerî hatin dizîn. Hin ji wan jî winda bûn û kes nizane ew li ku ne. Nazîyan di dema qirqirina Cihûyan de ji malên wan gelek tabloyên hunerî jî dizîn. Heta gelek koleksiyonerên Cihû mecbûr man ku dev ji mal û milkê xwe berdin û birevin. Naziyan mal û milkê wan tev talan kirin. Tenê ne berhemên li malan, her wiha wan muzexane jî vala kirin û ji wir jî gelek berhemên hunerî dizîn. 

Niha jî bi xêra dîrokzanên hunerê û aktivîstan hin berhemên ku wê demê hatine dizîn, tên dîtin û li wan malbatan tên vegerandin. Herî dawî jî tabloyê şêwekarê Hollendî Casper Netscher ku ev demeke dirêj bû winda bû, li keça xwediyê tabloyê Charlotte Bischoff van Heemskerck a 101 salî hat vegerandin. 

Dema Naziyan êrişî Cihûyan kiribû û malên wan talan kiribûn, koleksiyonerê bi navê Joan Hendrik Smidt van Gelder 14 tabloyên xwe li Banqeya Amsterdamê ya Arnhem veşartibûn. Lê Naziyan sala 1945’an hemû qaseyên banqeyê vala kiribûn û tabloya Casper Netscher ya bi navê “Portreyê Steven Wolters” jî dizîbû. Casper Netscher di vê tabloya xwe de têcirê bi navê Steven Wolters resmandibû. 

‘Me hemûyan bêriya tabloyê kiribû’

Piştî şer, hikûmeta Hollandayê gelek tabloyên Smidt van Gelder lê vegerandibûn. Lê ev tabloya Casper Netscher winda bû. Pişti mirina Smidt van Gelder, keça wî tim li pey tabloyê bû û dixwest vê tabloyê bibîne. Bi salan wê nikaribû vê tabloyê bibîne. Herî dawî bi rêya “Komîsyona Huner a Talanên Ewrûpayê” (CLAE) ev tablo hat dîtin.

CLAE ji sala 1999’an heya îro 3.500 berhemên ku ji hêla Naziyan ve hatibûn talankirin, teslîmî xwediyê wan kirine. 

Charlotte Bischoff van Heemskerck ku niha 101 salî ye ji bo tabloyê dibêje, “Ji ber ku ew parçeyekî jiyana me ya rojane bû, me bi malbatî pirr bêriya vê tabloyê kiribû. Rengên li ser tabloyê pirr xweşik in.”

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.