Talabanî doza tifaq û diyalogê kir
Çarşem 24 Tebax 2022 - 21:09
- “Ji bilî yekîtî û destpêkirina diyalogê, ti bijartekeke me ya din nîne.”
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî derbarê rewşa Iraqê de peyamek belav kir û got, ew krîzên siyasî yên li Iraqê bi berpirsyarî dişopînin: “Ji bilî yekîtî û destpêkirina diyalogê, ti bijartekeke me ya din nîne.”
Serokê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî derbarê rewşa Iraqê de peyamek da û got, ew bi elaqeyeke mezin û bi hesteke berpirsyarî krîzên siyasî yên niha li welat dişopînin. Bafil Talebanî got, “Hewldanên me hemû ji bo yekrêziya ji bo berjewendiyên nîştimanî û bidestxistina zemînekî guncaw ê ji bo reformê ye. Ev ê jî wisan be ku xizmeta gel bike.”
Bafil Talabanî li ser navê ‘Parastina ezmûna nû ya demokrasiyê, avakirina Iraqeke federal, serbixwe û pêşketî’ biryardariya partiya xwe ya ji bo ‘prensîbên xebata neteweyî ya hevbeş’ dubare kir. Talabanî balkişand li ser pêwîstiya parastina yekrêziyê, hewldana netewî, serweriya zimanê diyalogê, têgihiştineke berhemdar û girêdana bi destûrê.
Talabanî di dawiyê de got, “Ji bilî yekîtî, destpêkirina diyalogekê, hişmendiyeke ku di têgihiştina vê metirsiya li Iraqê de be, ti bijartekek me a din nîne.”
SILÊMANÎ