- Hilbijartina Serokkomariya Iraqê diviyabû doh li parlamena federal a li Bexdayê çêbûya. Ji bo pêkhatina hikûmetê, ev gava sereke ye.
Hilbijartina Serokkomariya Iraqê diviyabû doh li parlamena federal a li Bexdayê çêbûya. Ji bo pêkhatina hikûmetê, ev gava sereke ye.
Lewma serokkomar aliyê ku wê hikûmetê ava bike wezîfedar dike. Ji ber ku doh pirraniya wekîlan ne amade bûn, hilbijartina serokkomar hat taloqkirin, lê demeke ji bo wê nehat diyarkirin.
Parlamena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû diviyabû doh biciviya.
Lê belê ji ber biryara boykotê ya gelek koman, ji 329 wekîlan tenê 58 wekîl amade bûn. Ji ber ku du ji sê parên wekîlan didu kom nebûn, rûniştina parlamenê pêk nehat. Hilbijartina serokkomariyê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.
Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ji ber ku navê wî bi xirabî derketiye, red kir. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de şertê ji bo namzetiyê heye ku divê navê wî bi c*xirabî derneketibe. Di dema wezîrtiya xwe ya darayî de Hoşyar Zêbarî bi biryara Dadgeha Federal ji ber tohmeta gendeliya mezin ji wezîfeyê hatibû girtin.
BEXDA