TAJÊ: Qada hewayî li Tirkan bigirin

Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 16:15

  • TAJÊ bi nameya ku şandî ji Iraq, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê xwest ku qada hewayî ya li Şengalê li balafirên şer ên Tirk were girtin. TAJÊ’yê di nameye de êrîşên Tirk weke berdewama Fermana 74’an nirxand û bang li Iraqê kir ku bi berpirsyarî rabe.

TAJÊ li ser rewşa dawî ya Şengalê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re name şandin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê name ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Awropayê re şandin. Di nameyê de êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin û hat zanîn ku parastin mafekî rewa ye û ev êriş berdewamiya fermanê ne.

Êrîşên dawî yên Tirk

Di  nameye de hate bibîrxistin piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li serê civaka Êzidî, heta niha dewleta Tirk bi sedan caran bi balafirên şer û dironan Şengalê bombebaran kiriye û sûcên şer kiriye, sivîl jî di nav de jin û zarok bûne hedefa êrîşên Tirk, herî dawî jî di êrîşên 24-25’ê Cotmehê de ya li ser Şengalê ku bi balafirên şer pêk hatî, 6 kes şehîd bûne, 4 birîndar bûne. 

TAJÊ di nameye de bi domdarî got:’’Hêzên parastinê YBŞ ê, 2 birîndarên sivîl jin û zarokek, 2 malên gel hatin bombebarankirin, 2 cihên pîroz ên Êzidiyan hatine hedefgirtin, 2 tankên avê û şahînek şaredariyê ku xizmeta gel dikirin hatin hedefgirtin.‘’

Bila Iraq bi berpirsyarî rabe

Di nameyê de TAJÊ xwest ku qada ezmanî li balafirên şer ên Tirk were girtin û hikûmeta Iraqê erk û berpirsyariya xwe ya li bara Êzîdiyan û Şengalê bi cih bîne:

‘’Em bi bîr dixin ku Şengal parçeyek ji Iraqê ye û em hemwelatiyên Iraqê ne, erk û berpirsyariyên hikûmeta Iraqê li hemberî civaka Êzidî û civaka Şengal heye. Bêdengî û bêhelwestiya hûkmeta Iraqê li hemberî êriş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Şengalê tê wateya rewakirina van êrişan. 10 sal di ser trajediya fermanê re derbas bûn civaka Êzidî li bendê ye ku hikûmeta Iraqê jenosîdê û Rêveberiya Xweser bi fermî nas bike lewra em dibêjin 74 fermanên ku li serê civaka Êzidî hatine rakirin ne kêm in, bila careke din civaka Êzidî û civaka Şengalê nebin qurbanê berjewendî û şerên deshilatdariya dewletan. Di dawî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û zagonî li hemberî civaka Êzidî û civaka Şengalê pêk bîne. Demildest qada ezmanî ji balafirên dewleta Tirk a li ser  Şengal re bê girtin.” ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.