- YBŞ´ê soz da “Xeyalên Mam Zekî” bi serketinê tacîdar bike û bang li Êzîdiyên li Başûr, Iraq û Şengalê kir da ku bi ruhê bawerî û tolhildina li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rexistin bikin.
YBŞ’ê ji ber salvegera 3’emîn a şehadeta Mam Zekî Şengalî daxuyaniyek da û got, “Em soz didin xeyalên Mam Zekî bi serketinê tacîdar bikin.”
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi minasebeta salvegera sisiyan a şehadeta Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişeke balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, daxuyaniyek da.
YBŞ’ê got, “Bi navê hêzên YBŞ û YJŞ’ê şehîdên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê û 14’ê Tebaxa 2007’an yên li Tilizêr, Sîba û Koço bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîsa pêşengê gelê me Şehîd Mam Zekî Şengalî di roja avabûyîna YBŞ’ê ango 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker de şehîd bû. Em bi rêzdarî wî bi bîr tînin. Di şexsê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Berxwedan, Zerdeşt û Şehîd Nazê de soza xurtkirina berxwedana ji bo pêkanîn û avakirina Iraqeke Federal a Demokratîk û Şengaleke Xweser didin.”
Em ê tola Mam Zekî hilînin
Ji bo şehîdkirina Mam Zekî Şengalî YBŞ dibêje, “Hêzên qirker sala 2018’an pêşengê gelê me Mam Zekî Şengalî jî kirin hedef û şehîd kirin. Şehîd Mam Zekî Şengalî ku ji bo gelê me bi dîrok û çanda xwe bi rengekî azad bijî bi kedekî mezin kar dikir, em di salvegera 3’yan a şehadeta wî de, wek şervanên wî bi rêzdarî û bi minnet wî bi bîr tînin. Em soz didin ku bi berxwedana xwe têkoşîna wî xurt bikin.
Hêzên qirker û alîkarên wan di şexsê Mam Zekî de çand û dîroka civaka Êzîdî kirin hedef. Dewleta Tirk a dagirker û qirker û hevkarên wê 3´yî Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrişên qirkirinê dabûn destpêkirin û bi hedefkirina Şehîd Mam Zekî xwestin bi encam bikin. Dewleta Tirk a faşîst 15’ê Tebaxa 2018’an di şexsê Şehîd Mam Zekî de bi hedefkirina gelên li derdora paradîgmaya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, xwestin jiyana hevpar a demokratîk ji holê rakin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê wek fermandarê me yê mezin Zerdeşt Şengalî jî anîbû ziman; ‘Em ê teqez tola Şehîd Mam Zekî hilînin.’
Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker, me bi bilindkirina rexistinbûyîna xwe armanca wê ya qirkirinê pûç kir. Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku li derdora paradîgmaya Modernîteya Demokratik xwe bi rêxistin dikin. Em soz didin ku di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de berxwedana xwe bilind bikin û bi serfirazî tacîdar bikin.”
YBŞ´ê 15´ê Tebaxê pîroz kir
YBŞ´ê di daxiyaniya xwe de pêngava 15´ê Tebaxê jî bi bîr xist û got, “Gelê Kurd ku di çiyayê Agirî de di bin betonan de bê ruh hatibû hiştin, bi pêngava 15’ê Tebaxê careke din vejiya. Roja 15’ê Tebaxê ji bo gelên Kurd, Êzîdî, Ermenî, Sûryan, Ereb, Asûrî û wekî din roja vejîn û berxwedanê ye.
Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarê wê PDK – Parastinê ku plan û pêkanîna komkujiya 3’ê Tebaxê li Sîba, Tilizêr û Koço dariştin, bi ruhê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn Amed em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe hetanî serketinê dewam bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berxwedana xwe dewam bikin.
Wek Şehîd Zerdeşt Şengalî gotî; Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin. Em ê wek şervanên Şehîd Mam Zekî mezin li ber xwe bidin û xeyalên wî yên Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser pêk bînin. Em Soz didin ku Xeyalên Mam Zekî ku ji bo çand, dîrok û baweriya gelê me têkoşîn dikir, teqez bi serketinê tacîdar bikin. Em bang li gelê xwe, Iraq û gelê herêmê dikin ku bi ruhê bawerî û tolgirtinê li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rexistin bikin.”
Em ê tola şehîdan hilînin
Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî di salvegera 3’yan a şehadeta xwe de li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî jî hat bibîranîn.
Li ser navê YBŞ û YJŞ’ê, Arîf Şengalî li merasîmê axivî û got, “Mam Zekî ji bo civaka Êzîdî nirxekî mezin bû. Em wî tenê weke şexsiyetekê nabînin. Ew ji bo me dibistanek bû. Îro bi hezaran şervan û şagirtên Mam Zekî li ser rêya wî têdikoşin.
Dewleta Tirk a dagirker xwest 15’ê Tebaxê cejna vejînê di bin siya komkujiya Koço û şehadeta Mam Zekî de bihêle. 15’ê Tebaxê li dijî faşîzma dewleta Tirk qîrîna berxwedanê ya gelekî bû. Ji niha û pê ve jî em ê ruhê 15’ê Tebaxê Mam Zekî û Mahîran bi bîr bînin, em ê tola şehîdan hilînin.”
Piştî merasîmê serdana şehîdgehê hate kirin.