• Bisa Butler: Di çanda me de hîna jî pirsgirêkine hezar salî hene. Ez bi van cawên rengo rengo dixwazim hinek aramiyê çêkim û civakê hembêz bikim. Bi van tabloyên xwe ez kesan vedixwînim diyalogê ango pêwendiyeke nûjen.

Bisa Butler, li semta Brooklyna a New Yorkê dimîne. Ew li navenda aboriya Dewletên Yekbûyî yên Emekîkayê (DYE) serê xwe bi aborî û filmên polêsiyê yên li ser vê semtê naêşîne. Ew bi qumaş û cawên Efrîqî yên rengo rengo tabloyan çêdike. Ew bi makîneya dirûtinê van cawan didirû û tabloyên serketî çêdike. Ew çîrokên li ber dilê wê kom bûne, bi saya van cawên rengîn tîne ziman.

Ew ji dêvla ku bi boyax û firçeyê xêz bike, cawên rengo rengo yên pêşiyên wê di jiyana rojane de bi kar anîne û bûne parçeyek ji çanda wan, berhev dike û bi dirûtina wan dadikeve. Ew bi van tabloyên xwe yên ku ji caw çêdike, çîrok û serpêhatiyên mêr, jin û zarokên reşik yên jibîrkirî, dibêje. Portreyên ku bi qumaşên rengo rengo çêdike, di rastiyê de jî hebûne û Bisa Butler dixwaze bi van portreyên rengîn perdeya reş ya ku ew heya niha veşartine, ji ser wan rake û xeml û bedewbûna wan nîşan bide.  

Gotina çîrokên jibîrkirî

Bisa Butler dibêje, “Welatê pêşiyên min Efrîka dergûşa şaristaniyê ye.” Butler, têkiliyeke hestiyar bi cawên welatê pêşiyên xwe re datîne û bi van cawan jiyana mirovên reşik yên ji rêzê ji nûve dixemilîne ango dinyayeke rengîn disêwirîne ji bo wan. Her wiha ew bi van xebatên xwe yên nazik û henûn, malbatên mirovên reşik jî bi rûmet dike û dîrokeke hatiye jibîrkirin, tîne bîra mirovan.

Butler derbarê portreyên xwe de dibêje, “Çîrokên ku bi wextê re hatine jibîrkirin, dibêjin.” Fîgûrên portreyên wê karekterên rasteqîn in û Butler di heman demê de wêneyan jî digire da ku karibe baştir wan hestên dixwaze, derxe holê. Rengên ku ew hildibijêre jî ji xeyalên wê dinizilin ber bi tabloyên wê ve û bi van rengan sêwirandineke xurt, têr û tijî ava dibe. Ew rengên xwe li gorî çîrokê bi baldarî hildibijêre û di dawiyê de ji cawên rengo rengo tabloyên ku xwedî çîrok in diafirîne. 

Ji bo parçeyekî 200 saet

Şêwekarek çawa rengan hildibijêre û bi hûrgilî li ser tabloyên xwe hûr dibe û li gorî kompozîsyonekê dixebite, Bisa Butler jî bi heman ferasetê nêzî karê xwe dibe. Pratîka wê jî li gorî vê yê, û dizane ew ê kîjan rengî li ku derê û ji bo çi bi kar bîne. Her wiha zehmetiya karê wê jî gelek e, ji lewre carna parçeyên mezin ên cawan tên ber destê wê û ew dikare ji bo cawekî, parçe bike 200 saetan bixebite heya ku perçeyên ew dixwaze jê derxe û ji bo tabloyên xwe amade bike. Gava ku ew van parçeyan dibirre, biryar dide ka ew ê kîjan parçeyî ji bo kîjan tabloyê bi kar bîne. Piştî ku ew van parçeyên cawan kom dike, êdî diçe ser makîneya dirûtinê û bi makîneyeke kapitone ya milê wê hinekî dirêj e, cawên xwe didirû û tabloyên xwe temam dike.  

Çîrokên di tevnê de veşartî

Bisa Butler gava ku van tabloyên ji caw çêdike, xemeke wê heye, ew dixwaze serpêhatî yan jî çîrokekê bibêje. Butler, çîrokên xwe bi tevnsaziyeke çê, bi hev ve girê dide û dibêje, “Çîrokên min di cawên min hilbijartî de veşartî ne. Çîrokên min di tevnên min de û di kompozîsyonên min bi rengan avakirî de veşartî ne.” Bisa Butler, bi  hunerê xwe yê ji cawên Efrîkî qala dîrokekê jî dike di heman demê de û dibêje, civaka me bi salan e hatiye marjînalkirin. Butler wiha pê de diçe, “Em mirovên reşik jî li gel mirovên spî xebitîn û dîrok tenê ne ya wan e, keda me jî heye lê çi ecêb e, piştgirîya me nayê dîtin, nihêrînên me bê qîmet hatin dîtin. Ti kesî ew tomar nekirin, û ditîn û nihêrînên me winda bûn. Gava ku wan îqtidara xwe saz dikir, em ji bîr kirin û li derveyî dîrokê hiştin. Wan her tim xwest ku di bin siya Emerîkayê de kesên Efrîkayî biafirînin, ji bo vê yekê dixebitîn.” 

Dixwazim bi van cawan aramî çêbikim

Hunermenda sala 1973'yan hatî dinê, Bisa Butler dibêje, "Ez çîrokên van tabloyên xwe hîs dikim û heyranê van kesan im. Qesra spî li ser pişta koleyên Efrîkî ava bû. Lê niha kes navê wan kesan jî nizane. Li tabloyên min jî wek wan karkeran bifikirin, navek yan jî sernavek ku wan bi me bide naskirin, tine ye. Ez van mirovan hîs dikim û bi çîroka wan baş dizanim. Ez bi wan re mezin bûm û min tim li çîrokên wan guhdarî kir. Min li mezinan û li têkoşîna wan pirr guhdarî kir.”

Herî dawî Bisa Butler dibêje, "Her çiqas tabloyên min bi cawên rengo rengo hatibin xemilandin jî fîgûrên min li çavên temaşevanan dinihêrin û bi vî awayî wan dikişînin ber bi çîroka xwe ve." Her wiha Butler dibêje, di bêdengiya wan de esaletek jî heye û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Di çanda me de hîna jî pirsgirêkine hezar salî hene. Ez bi van cawên rengo rengo dixwazim hinek aramiyê çêkim û civakê hembêz bikim. Bi van tabloyên xwe ez kesan vedixwînim diyalogê ango pêwendiyeke nûjen. Mirov hemû wekhev in, ez wisa bawer dikim û dixwazim bi hunerê xwe vê tiştê îfade bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN