SZK’yê ‘Zimannasîya Teorîk’ çap kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 00:12

Pirtûka "Zimannasîya Teorîk" ji nav weşanên SZK’yê derket.

Berhema “Zimannasîya Teorîk” a Ebdilselam Necmedîn û Şêrzad Sebrî Elî, ji nav weşanên Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) derket. Ev berhem ku ji hêla SZK’yê ve hatîye latînîkirin, bi tîpên erebî (bi zaravayê behdînî) hatibû nivîsîn û sala 2011’an ji nav Weşanxaneya Spîrêzê derketibû. 

Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatine gotin;

"Di ve pirtûkê da, tevî astên zimanî, şaxên zimannasîyê, mijarên mîna têgiha zimanî, erkên zimanî, guherîna zimanî, cudahîya zimannasîyê û rêzimana klasîk hatine şirovekirin. Di prosesa lêanînê da, me hewl daye ku vê berhemê li kurmancîya standart biguncînin, di alîyê ristesazî û ferhengê da, me hin guherîn pêk anîne, lê me hin tişt wekî ku di berhema resen de hatine, hiştine." 

Lêanîna pirtûkê ji hêla Ferhad Mûsa ve pêk hatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.