SZK´yê destek da kampanyaya ji bo Kurdî

Duşem 14 Hezîran 2021 - 04:08

SZK´ê destek da kampanyaya bi daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî li Tirkiyeyê.

Hevseroka SZK`ê diyar kir ku ew wek Saziya Zimanê Kurdî (SZK) piştgiriyê didin kampanyaya daxwaza zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê li Tirkiyeyê û got;" em vê kampanyayê wek gaveke pîroz û girîng dinirxînin. 

Di 21`ê Sibata 2021`an de, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, bi rêya civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Kampanya bi navê "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê" dest pê kir. Polêsên dewleta Tirk êriş birin ser çalakî û mîtîngên vê kampanyê. 

Hevseroka SZK´ê Viyan Cûdî têkildarî mijarê ji ANHA'yê re got, "Em wek SZK kampanyaya ´Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê´ wek gaveke pîroz dinirxînin û em pişgiriyê didin kampanyayê. Li Bakurê Kurdistanê piştî sala 2016`an derdora 40 saziyên zimanê kurdî û weşanxaneyên kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Em wek rêxistina SZK`ê bang li hemû Kurdan û bi taybetî li gelê Bakurê Kurdistanê dikin da ku li hemberî siyasetên dewleta Tirk rabin ser piyan."

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.