Swêdê komkujerekî rejîma Îranê mehkûm kir

În 15 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Pêncşema bihurî dadgeheke Swêdê biryareke dîrokî da. Wê rayedarê rejîma Îranê Hamîd Nûrî ji ber komkujî û êşkenceyên li hepsa Keracê di salên 1980’yî de mehkûm kir.

Pêncşema bihurî dadgeheke Swêdê biryareke dîrokî da. Wê rayedarê rejîma Îranê Hamîd Nûrî ji ber komkujî û êşkenceyên li hepsa Keracê di salên 1980’yî de mehkûm kir. Dadgehê cezayê heta hetayê yê hepsê li komkujerê rejîma Îranê birrî. 

Hamîd Nûrî ê 61 salî sala 2019’an li balefirgeha Stockholmê hatibû girtin û li dijî wî doz hatibû vekirin bi tohmetên komkujî û êşkencekirina li girtiyên siyasî yên li Hepsa Gohardeşt a li Keracê.

Dadgeha wilayetê ya Stockholmê di biryara xwe de got, tohmetbar alîgirê cihgirê dozgerê hepsê bûye û bi kesên din re mirov bi komî kuştine li ser fetwaya lîderê rûhanî yê rejîma Îranê. 

Dadgehê sûc weke sûcên cidî yên li dijî hiqûqa navneteweyî û kuştina mirovan bi nav kir û bi vî rengî cezayê muebedê li Hamîd Nûrî birrî. 

Li gorî texmînan li vê hepsê sala 1988’an, bêhtirî 5 hezar girtiyên siyasî hatine înfaz kirin û di nava van de serê pêşî Kurd hebûn. 

Ev biryara dadgehê mehkûmkirina pêşî ya rayedarekî rejîma Îranê ye ji ber sûcên li dijî mirovahiyê. Dadgehkirinê neh mehan dewam kir û 58 girtiyên siyasî yên berê li dadgehê îfade dan.

Bi vî awayî rê li ber mexdûr û malbatên wan vedibe ku li dadgehên welatên din jî doza edaletê bikin li dijî tohmetbarên din ên vî sûcî. 

Yek ji wan jî Mohammad Jafar Mahallati (Muhammed Cefer Mahallatî) ye. Ew niha qaşo "profesorê aştiyê" ye li Oberlin College a li Ohioyê. Wî hewl dabû ku ser vê komkujiya rejîmê bê girtin. 

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.