Sûriye her kesî eleqedar dike
Duşem 16 Kanûn 2024 - 02:55
- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, da zanîn ji ber pirsgirêkên heyî û êrîşên ku li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî bandorê dike û got:"Îhtîmala ku çeteyên DAÎŞ'ê ji vê rewşê sûd bigirin û xwe dîsa bi tevger bikin, li herêmê û cîhanê dubare çalakiyên terorîstî pêk bînin jî pir zêde ye. Lewma divê her kes bizanibe ku rewşa Sûriyeyê hemû cîhanê û herkesî eleqedar dike."
Piştî êrîşên Tehrîr El Şam (HTŞ) ên di 27’ê Mijdarê de li dijî hikûmeta Şamê pêk anîbûn, rejîma Baas'ê di 8’ê Kanûnê de hate rûxandin. Bi hilweşandina rejîmê re, Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriye û Rojava kete pêvajoyeke nû. Endama Fermandariya Giştî ya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê rewşa dawî ya piştî rûxandina rejîma BAAS'ê ya Sûriyê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
HTŞ'ê amadekarî kiribû
Rohilat Efrîn da zanîn HTŞ'ê jixwe amadekariya êrişan kiribû û wiha got:"Rêveberiya Beşar Esad ji hin dewletan alîkarî wergirt û hate parastin. Lê nekarî ku li gor pêwîstiyên Sûriyeyê tev bigere. Nekarî guhertinên demokratîk ava bike û pirsgirêkan çareser bike. Di nav artêşê de jî rizîn û belavbûneke zêde hebû. Jixwe dewletên din jî plana hilweşandina rejîmê bi demdirêjî dikirin, ev yek di 27’ê Mijdarê de pratîze kirin. Diyar dibe HTŞ ji bo tevgereke wiha hazirtî kiribû û bi yekcarê ev rewş derneket holê. Di encamê de rejîmê nekarî li beramberî hêzên çekdar liberxwe bide û hemû kelehên xwe ji dest da. Di vê navberê de herêmên wek Til Rifat û Şehba jî bi êrîşan re rûbirû man. Li wir ji bo ku gel zirarê nebîne û were parastin, derbasî herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûn.
Zirara yekem jin dibînin
Rohilat Efrîn bi lêv kir ku wan xwestiye ji bo aştiyê zemîna diyalogê bê ava kirin û wiha pê de çû:"Di her şerekî de zirara yekemîn jin dibînin. Di şexsê jinê de rûmet, hêvî û baweriya civakê jî tê hedefgirtin. Çeteyan ne tenê li beramberî şervanên jin, an jî jinên Kurd, herwiha li dijî jinên Ereb, Xirîstiyan û Elewî jî kiryarên dij-exlaqî pêk anîn. Êrîş, tecawiz û bêhurmetî kirin. Di vê wateyê de em wek jin li Sûriyeyê divê li dijî kiryarên zilamsalar ku dixwazin jinûve zindî bikin, xwe biparêzin. Em wek YPJ artêşa parastina jinan in."
Divê Tirkiye mudaxale neke
Rohilat Efrîn bal bir ser mudaxaleye Tirkiyeyê û got:"Di navbera me û HTŞ'ê de bi navbeynkariya Koalîsyona navneteweyî agirbest hate îlankirin, lê belê dewleta Tirk ji bo ku vê rewşê biqulipîne û şer gur bike, di nava hewldanan de ye. Em jî di vir de dubare diyar dikin çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê divê ji gelên Sûriyeyê û îradeya gelên Sûriyeyê re were hiştin û dewleta Tirk jî di rûdanên li Sûriyeyê de mudaxele neke. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê pir cidî ye. Ji damezirandina Komara Tirkiyeyê heya niha ev pirsgirêk hem hebûna xwe didomîne."
Divê her kes bi hişyarî nêz bibe
Rohilat Efrîn divê her kes ji bo rewşa Sûriyeyê bi hişyarî nêz bibe û got:"Hem ji hêla hêzên HTŞ'ê, hem jî gelên Sûriyeyê ve, pêvajoya binketina Rejîma BAAS'ê wek destpêkeke nû ya ji bo Sûriyeyê hate nirxandin. Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî guhertina heyî wek îmkanek ji bo demokratîkirina Sûriyeyê nirxand. Divê ku ev şensa dîrokî were bikaranîn. Hilweşîna rejîma BAAS'ê dihate texmînkirin. Ji ber ev sîstem êdî nedikarî civakê birêve bibe, nedikarî xwe jî biparêze. Divê ji bo Sûriye ji krîzên 13 salên derbasbûyî, xwe bi lez xilas bike, ji bo ku pergaleke demokratîk ava bibe, hemû hêz û sazî, di serî de jî rêxistinên mafên mirovan û tevgerên azadîxwaz, tevgerên jinan ên navneteweyî jî li beramberî rewşa Sûriyeyê bi hişyarî nêzîk bibin."
Sûriye her kesî eleqedar dike
Rohilat Efrîn anî ziman ku rewşa Sûriyeyê her kesî eleqedar dike û wiha got:"Ji ber pirsgirêkên heyî û êrîşên ku li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî bandorê dike. Îhtîmala ku çeteyên DAÎŞ'ê ji vê rewşê sûd bigirin û xwe dîsa bi tevger bikin, li herêmê û cîhanê dubare çalakiyên terorîstî pêk bînin jî pir zêde ye. Lewma divê her kes bizanibe ku rewşa Sûriyeyê hemû cîhanê û herkesî eleqedar dike."
JINNEWS/RIHA