Sûrfest dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 01:00

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) a li Amedê xebatên xwe didomîne li navçeya Sûrê “Mihrîcana Jinan a Sûrfestê” ku di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de ye, da destpêkirin. Mihrîcan konserê li Dêra Ermenan a Surp Giragos a li navçeya Sûrê hate destpêkirin. Konser bi eleqeyekî mezin ve hate şopandin.  

Seroka KASED’ê Saliha Ayata axaftina vekirinê kir û ji her kesê ku piştevanî daye çalakiyê re spas kir. Ayata diyar kir ku ji ew mihrîcanê ji bo parastina bîra kurdan û jin bi hêsantir tev li xebatên çand û hunerê bibin li dar dixin. Ayata da zanîn ku ew bi boneya dengen hevpar ên gelan bidin nişandan, mihrîcanê bi stranên ermenkî û kurdî dane destpêkirin. Ayata bi bîr xist ku dê di mihrîcanê de gelek çalakiyên çandî werin lidarxistin û got: “Em dixwazin bidin nişandan ku jinên kurd çanda xwe wek dirokî çawa parastine.”  

Mihrîcan piştî axaftina vekirinê, bi stranên Kurdî yên Mîzgîn Tûranê dewam kir. Herî dawî hunermenda ermen Meral Ayvaz derket ser dikê.  

Ayvaz destnîşan kir ku ew di dêra xwe de bi gotinên stranên ermenkî gelek şad bûye. Ayvaz li gel çîrokên wan, stranên ermenkî gotin. Herwiha Ayvaz bi bîr xist ku li dinyayê hêj şer berdewam dikin û anî ziman ku ew ji bo strana bi navê “Agladikça” ya Ahmet Kaya bi ermenkî gotin nivîsandiye. Ayvaz da zanîn ku wê di dema şer de gotinên stranê nivîsandiye û lorîna dayikekê ya ji bo zarokê xwe jî di nav stranê de bi cih kiriye.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.