Şûnwarên herî kevin tine dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Îlon 2022 - 03:40

YILMAZ KAYA/AMED

 

Kolanên arkeolojîk ên li Girê Fila, îsal wê bi dawî bibin. Ev dever ji serdema neolîtîk a bê dîzik maye, lê bermahiyên civakên vê serdemê hene. Li deverê di heman demê de cihên ayînê yên dişibin ên li Girê Miradan a li Xirbereşkê jî hene. Niha xebat hatine destpêkirin ku ev girê kevnar ji cihê wê bê barkirin, da ku di bin ava bendava Anbar de  nemîne. Lê belê çiqas ji van berheman bi rastî dikarin bên parastin û li cihekî din teşhîrkirin, nayê zanîn.

Herçî Embar û Kendala Hecala yên li heman deverê ne û bi qasî Girê Fila kevin in, ew ê di bin avê de bimînin. Kolana arkeolojîk ya liwan deveran bi dawî bûye. 

Kolana li Girê Fila wê 31´ê Kanûna 2022´yan bi dawî bibe. Li vir xelk niştecih bûye di navbera beriya 12 hezar sal û 11 hezar û 600 salan de. Ev der weke cihê şên ê herî kevin ê li Bakurê Mezopotamyayê tê qebûlkirin. Li Girê Fila lewheyên ji kevrên kilsê yên tîk danî, peykerên insan û heywanan jî hatin dîtin. Hezar û 23 berhem wê werin nîşandan, hezar û 664 jî wê ji bo weşan û lêkolînan de bên bikaranîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.