‘Suhbeta Sed Eşîran’ ji Nûbiharê derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:21

Weşanxaneya Nîbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Suhbeta Sed Eşîran” çap kir û balav kir. Pirtûk ji hêla Abdulkadir Kızılkaya ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji 168 rûpelan pêk tê û weke berhemeke lêkolînê hatiye hazir kirin.

Nubîharê ji bo pirtûka “Suhbeta Sed Eşîran” gotiye; “Ev pirtûk xebateke dîroka devkî ye.
Di vê pirtûkê de behsa gelek gundan û serokên eşîran tê kirin. Agahiyên xwe yên devkî di vê pirtûkê de berhev kirine û ew niha kiriye mala dîroka kurdî. Abdulkadir Kızılkaya di vê pirtûka xwe de behsa bûyerên li herêma Colemergê qewimîne, mijarên dîrokî, folklor û kelepûra herêmê kiriye. Agahiyên xwe bi uslûba sohbete dide; di vê pirtûka xwe de, bi hin peyvên berzebûyî, yan jî hatine jibîrkirin zimanekî dewlemend bi kar tîne.”

Abdulkadir Kizilkaya kî ye?

Abdulkadir Kizilkaya dengbêj û vebêjekî naskiriye li herêmê û derûdorê. Ew li Bakur jî li Başûr jî tê nasîn. Ew niha 83 salî ye. Di van 83 salên xwe de war bi war, cih bi cih, dever bi dever geriyaye. Ew wan deran wekî kefê destê xwe dizane û hay ji bûyer û qewimînên van deran jî heye. Pirtûka wî ya niha derketiye jî ji şahidiya vî temenî ye, ji şahidiya wî û wan deran e. Ew derbarê eşîr, malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Culemergê de xwediyê agahiyên gelek cuda ye. Abdulkadir Kizilkaya di sala 1941'ê li gundê Guzereşê hatiye dinyayê. Gelek çîrok, stran û klamên gelêrî dizane û ew vegotine. Berî vê pirtûkê, bi navê "Diwana Satrincê", "Bûka Baranê", "Felsefeya Hejde Hezar Alemê" jî pirtûkên wî derketibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.