- Di heft mehên destpêkê yên salê de zêdeyî 15 hezar û 500 darên zeytûnê, gûz, bihîv, fêkî û hawirdorê hatin birîn, zêdeyî hezar dar ji kokê ve hatin rakirin û 70 hezar hektar zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekê de herî kêm 35 kes revandine ku 4 ji wan jin in. Her bi zorê penaber li Girê Spî bi cih dike.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ji destpêka sala 2023'an û vir ve li herêma Efrînê 143 kes hatine revandin ku 20 ji wan jin in. Di detayên raporê de li ser gelek sûcên din ên li Efrînê agahî têne dayin.
Meha Tîrmehê li Efrînê zêdeyî 2 hezar û 36 darên zeytûnê, hinar û darên li hawirdorê hatin birîn.
Li navçeya Şêrawayê zêdeyî 250 darên zeytûnê hatin şewitandin.
Di heft mehên destpêkê yên salê de zêdeyî 15 hezar û 500 darên zeytûnê, gûz, bihîv, fêkî û hawirdorê hatin birîn, zêdeyî hezar dar ji kokê ve hatin rakirin û 70 hezar hektar zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.
Dîwar tê lêkirin
Her wiha li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya komeleyên îxwan di çarçoveya guhartina demografiya herêmê de 2 avahiyên mêtingehiyê yên din li navçeyên Şera û Cindirêsê ava kirin, her wiha ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyeyê û tev li xaka xwe bike dîwar li navçeya Şêrawayê lê kir.
Li gorî rêxistinê, rêxistina Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li gundê Elkê yê navçeya Şera bi dawî kir. Ew avahî di destpêka 2020′an de hatibû destpêkirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên îxwanî yên filistînî avahiyeke mêtingehiyê ya nû li navenda navçeya Cindirêsê bi navê "Komeleya Hecer El Sedeqe" ya Tirkî ava dike, da ku bi sedan malbatên çeteyan lê bicih bike.
Li gorî çavkaniyên ji ajansa ANFê re aşkera kiriye, dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re şandiye Efrînê û lê bi cih kir.
Tevliheviya ewlehî ya li Efrîna dagirkirî jî rojane zêde dibe; di navbera çeteyan de rojane şer li ser dabeşkirina tiştên li welatiyan ferz kirine, mal û milkên koçberan û serwerîkirina li rêyên qaçaqciyê, heye.
Li Girê Spî guhertina demografîk
Li Girê Spî jî polîtîkaya guhertina demografîk zêde bû. Çavkaniyên ji Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 191 penaberên sûriyeyî ji destpêka Tebaxê ve bi darê zorê şandine Girê Spî û lê bi cih kirine. Beşa yekemîn 161 kes bûn û di 2‘ê Tebaxê de hatine bicihkirin û beşa duyemîn jî di 3‘yê Tebaxê de (30 penaber) radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kirine.
Ev penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê dewleta Tirk dişîne, li malên niştecihên kantonê û gundewarên wan tên bicihkirin û bi piranî ji Hema, Heleb, Idlib, Rîf Şam û Dêrazorê ne.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji bicihkirina biyaniyan li herêmên dagirkirî; Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, demografiya herêmê biguherîne. Ji destpêka 2023‘yan ve zêdetirî 12 hezar malbat ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve hatine şandin.
Berpirsên dewleta Tirk gotibû ku dê zêdetirî milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN