- Li Komxebata Hiqûqê ya Diduyan ku têkildarî sûcên dewleta Tirk û komên wê yên çete li Efrînê li dijî mirovatiyê dikin, hat gotin; divê li her qadê sûcên dewleta Tirk bêne şopandin, belgekirin, gilîkirin û eşkerekirin.
Bi pêşengiya Rêxistina Lêkolîn û Mafê Jinan a Sûrî, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî û Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê, Komxebata Hiqûqî ya Diduyan a der barê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrîn a dagirkirî de 30ʼê Çile li bajarê Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 150 beşdaran ên ji hundir û derve hate lidarxistin.
Komxebat li ser sê beşên sereke bû, tê de li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê, sûcên li dijî jinên Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û rêbazên lêpirsîna sûcdaran li gorî qanûnên navneteweyî, hatin nîqaşkirin.
Endama komîteya amadekar Heyhan Elî encamnameya komxebatê xwend.
Di encamnameyê de hate gotin: "Destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li xaka Sûrî, sûceke dijminahî ya li dijî serweriya dewleta Sûrî ye ku endamê NY’yê ye. Destwerdana dewleta Tirk li Sûrî, binpêkirina eşkere ya mîsaqa NY’yê û qanûnên navneteweyî ye.
Divê sûcên dewleta Tirk bêne şopandin
Divê xebat li ser bidawîkirina dagirkirina Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve were kirin, her wiha divê xebat ji bo garantiya vegera koçberan li warên wan bi sponseriya navneteweyî pêk bê.
Sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinên li Efrînê pêk tîne, sûcên qirkirina komî ye û divê li pêşa civaka navneteweyî werin eşkerekirin.
Divê ji NY’yê were xwestin ku komîteya lêpirsînan a navneteweyî ji kantona Efrînê re were şandin, da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Efrînê pêk tîne werin lêpirsînkirin.
Divê bang li NY’yê û aliyên navneteweyî yên têkildar were kirin ku li hember sûcên li dijî bi sed hezaran koçberên li Efrînê, berpirsiyar bin û sûcên koçberkirina bizorê ya bi armanca guhartina demografî û sûca qirkirina etnîkî, wek sûcekî şer a li gorî sîstema Roma ya bingehîn a 1998’an bihesibînin û rakin dadgeha sûcan a navneteweyî.
Divê têkilî bi aliyên navneteweyî, akademisyen, lêkolîner û çalakgeran re pêk bê, da ku dosyayan li ser sûcên li Efrînê pêk tên amade bikin û pêşkêşî dadgehên navneteweyî ya Ewrûpî bikin, her wiha têkilî bi xizmên qurbaniyên li Ewrûpa û Emerîkayê re pêk were.
Divê komîteyeke herêmî û navneteweyî ya şopandina biryar û perspektîfên ji komxebatê derketine, were avakirin û lidarxistina komxebat û forumên bê yên têkildarî vê yekê werin amadekirin."
Bêdengî hovîtiyê zêde dike
Berdevkê Saziya Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê roj bi roj zêde dibe û got, "Bêdengiya navneteweyî bû sedem ku hovîtiya dagirkeran zêde bibe."
Endamê Komîteya Amadekar a Forûma Efrînê ya Diduyan û Berdevkê Saziya Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî armancên forûmê û dagirkeriyê yên li Efrînê axivî; bi bîr xist ku Foruma pêşî sala 2018ʼan li Amûdê pêk anîne û got;
Hêzên navneteweyî bi taybetî jî Rûsya û DYE ji ber berjewendiyên xwe ji dagirkeriyê re bêdeng man. Dewleta Tirk jî cesaret ji vê yekê girt û êrişên hovane yên li dijî Efrîniyan zêde kir.
Di dema êrişa dagirkeriyê û piştî wê de zêdeyî 300 hezar kes ji Efrînê bi zorê hatin koçberkirin. Zêdeyî 400 hezar kes ku bi giranî Tirkmen û Ereb in ji derve anîn bajêr. Berê ji sedî 95, yan jî 96 nifûsa bajêr Kurd bû. Niha ev nifûs daketiye ji sedî 23. Di encama guhertina demografiyê de ku bi destê dewleta Tirk hate kirin niha ji sedî 70ʼê nifûsa Efrînê bûye Ereb. Yên li Efrînê mane jî dibin hedefa şerekî hovane. Dar tên birîn, mirov tên revandin, mal tên talankirin, keç tên revandin. Ji bo ji Efrînê koç bikin hovîtiyeke giran li wan tê kirin."
Îslama siyasî li Efrînê ferz dikin
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê piştî dagirkeriyê gelek saziyên olî yên ser bi Tirkiyeyê hatine avakirin û di encama vê de jî guhertineke mezin a demografîk hatiye kirin. Îbrahîm Şêxo got, "Qeter û Qûweyt van saziyên Tirkiyeyê fînanse dikin. Pirtûkên olî tînin. Îslama tund bi zorê hînî zarokên Efrînê dikin.
Bi taybetî jî li ser Êzidiyan zexteke giran heye. Zext li wan tê kirin ku ola Îslamê qebûl bikin. Li Basûfanayê Êzidî hene, lê li wir mizgeft çêkirin."
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi sazî û dezgehên li Efrînê hewl dide Efrînê bike bajarekî Tirkiyê û ji bo vî jî guhertina navê deveran, vekirina zanîngehan û avakirina şaxê PTTʼê mînak da. Li xeta sînor yanî li xeta Şiyê, Şera, Bilbilê, bi komên çete yên Tirkmen û malbatên wan kembereke Tirkmen ava kirin.
Îbrahîm Şêxo destnîşan dike ku Kurdên ENKS'î jî ku di dema dagirkeriyê de hevkarî bi dewleta Tirk re kirin bi zext û êşkenceyê neçar hatin hiştin ku koçber bikin.
ANF/QAMIŞLO