- "Ez niha dibînim, ev nehatiye jibîrkirin, hatiye veşartin û naxwazin em bibînin. Ditirsin ku li Ewrûpayê ev şer were bihîstin. Ji ber ku ev şer li dijî mirovayetiyê ye."
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî naxwazin şerê ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dike, were dîtin. Wê got, dewleta Tirk li di şer de sûcan dike.
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) çûbû Başûrê Kurdistanê û gelek hevdîtin kiribûn. Heyetê li paytexta Belçîkayê Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên înîsîyatîfê di civînê de axivîn û qala çavdêriyên xwe yên li herêmê kirin.
22 gund dagir kirin
Endamê beşa lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan a Tifaqa Mafên Navneteweyî û Parastina Azadiyan (AIDL) Andy Vermaut diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer kiriye û gelek gund vala kiriye.
Vermaut got “Dewleta Tirk bi droneyan li ser gundiyên herêmê zext kiriye, gundî neçar hiştine ku koç bikin. Me xwest em biçin wir û bi mirovan re hevdîtinê bikin lê em hatin astengkirin. Li Metînayê 1500 gundî neçar man ku ji gundên xwe derkevin, 22 gund hatine girtin. Mirov neçar dimînin ku birevin û êdî nikarin vegerin gundên xwe. Ev dibe sedema hilweşandina civakê û ya ekolojiyê. Derveyî qanûnan dar tên birrîn, li ser cotkaran zexteke mezin heye.”
Armanc dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ye
Vermaut diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi taybetî herêma Kêste ya Metînayê dagirk bike: "Ji ber girîngiya wê ya stratejîk Tirkiye dixwaze wê dagir bike. Erdogan niha dixwaze Mûsil û Kerkûkê dîsa dagir bike. Gelek bendên wan ên leşkerî hene. 40 jê gerok 20 jî sabît in. Di navbera qereqolên dagirker ên li Tirkiye û Iraqê têkilî danîne. Li Metînayê 7 hezar hektar daristan hate şewitandin. Me dît ku bi sedan kamyonan darên hatine birrîn û birine Tirkiyeyê. Li Avaşînê 16 gund hatine şewitandin. Dewleta Tirk ev gund dagir kirin. Axa Iraqê tê dagirkirin."
Naxwazim em vî şerî bibînin
Endamê berê yê Şaredariya Cenevreyê Tobîa Schnebli jî bal bire ser astengiyên li Elmanya û Hewlêrê û got: “Polîsên Elman li sedema çûna min dipirsî, ev tişt berê nehatibû serê min. Berê dema em vedigeriyan pirsên wisa dikirin. Tişta ku ez fêm dikim, ev parçeyekî şer e yê ku hatiye jibîrkirin. Ez niha dibînim, ev nehatiye jibîrkirin, hatiye veşartin û naxwazin em bibînin. Ditirsin ku li Ewrûpayê ev şer were bihîstin. Ji ber ku ev şer li dijî mirovayetiyê ye. A rast divê ev tişt bi awayekî bihata îspbatkirin. Em qala sûcên şer dikin. Divê sûcê şer li Ewrûpayê bihatana nîqaşkirin. Naxwazin em êrişa li dijî sivîlan bibînin.”
Schnebli got “Welatê min Swîsre jî çekan difiroşe Tirkiyeyê. Ev Drone ne bi tenê li Kurdistanê li Ermenistanê jî ji bo kuştina sivîlan tên bikaranîn. Ev şerma Swîsreyê ye. Li gorî Peymana Swîsreyê ya Navneteweyî divê sivîl di şertên şer de werin parastin, lê Swîsre çekan difiroşe Tirkiyeyê.”
Em li otelê asê kirin
Ji sendîkaya karkeran a FTGB a Belçîkayê Quentin Courtois jî bal bire ser astengiyên dij-demokratîk û ragihand ku ji heyeta 150 kesî tenê 70 kes karîbû xwe bigihîne Hewlêrê. Courtois got, "Beriya ku em hevdîtinê bi partiyan re pêk bînin, ev hemû hatin serê me."
Courtois destnîşan kir ku berevajî bendewariyê, destûra wan nedane ku karibin li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bidin û serdana herêmên hatine bombekirin bikin û got, "Em li Otelê hatin asêkirin."
Courtois got, "Piştre derbasî Silêmaniyeyê bûn. Li vir em bi rengekî hîn zelal hatin pêşwazîkirin. Me karîbû argumanên xwe yên siyasî bêhtir pêşkêş bikin. Me karîbû çalakiyên cuda bikin."
Wî wiha rexne li NY´yê û çapemeniya Ewrûpayê girtin: "Lê belê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa saziyên mîna wan tiştekî nake. Halbûkî rola wan ev bû. Li cihekî ku sûcên şer hebe, rola wan heye. Weke welatiyên Ewrûpayê em bi înîsiyatîfê rabûn. Ya ku cihê şermê ye bêdengiya medyayê ye."
BRUKSEL