Kurd û dostên xwe yên Îtalî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de bi meşekê li Torînoyê şermezar kirin.

Li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê, bi pêşengiya Comunita Kurda û Defend Kurdistan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de meşek hat lidarxistin. Meşê li ber Piazza Castelloyê dest pê kir û bi sedan Kurdistanî û dostên xwe yên Îtalî tevlî meşê bûn. Di meşê de alên YPJ û YPG’ê hatin hildan. Di meşê de pankarta mezin a înîsiyatîfa Defend Kurdistanê ku bi zimanê Îtalî “Li dijî faşîzma Erdogan em bi gelê Kurd re li ber xwe didin, bila asîmanên Rojava li balefirên şer bê girtin, azadî ji bo Rêber Apo” hat hilgirtin.

Meş li ser riya xwe li Piùyê sekinî, li cihê ku navenda Rai TV’yê lê ye. Rojnamevan Laura Schrader li vir axivî. Schrader, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan banga yekîtî û hevgirtinê kir.

Di dema meşê de belavok hatin belavkirin. Meş rastî elaqeyeke mezin a xelkê bajêr hat. Meş li meydana Vittoria bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Rojava” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ANF / TORÎNO