Pêşî azadiya hevrê Ocalan 

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 6 Tîrmeh 2021 - 01:55

  • Alîkarê Hevserokê Partiya Çep Jean Christophe Selin: Em li cem we ne. Em alîgirên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd in. Ji bo vê jî divê serê pêşî hevrêyê me Abdullah Ocalan azad bibe. 

SELMA AKKAYA/PARÎS

Platforma miletên dost, li paytexta Fransayê Parîsê, bi şiyara "Rêya aştiya herêmî, azadiya miletên Rojhilata Navîn bi parastina Kurdistanê dibe", meşa "défend Kürdistan (Kurdistanê biparêze)" orgajnîze kir.

CDK-F, Konseya Koordînasyona Komeleyên Ermenî-CCAF, Partiya Çep a Fransayê, Partiya Komunîst a Fransayê -PCF, Tevgera yên serî natewînin a Fransayê (France insoumise), Kurdistan, Ensemble, Tamazgah îmzekerên destpêkirina vê meşê bûn. Meşê tevî barana xweş, bi awayekî sembolîk ji cihê komkujiya Parîsê, Gare Du Nordê dest pê kir. Di serê meşê de gelek nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê hebûn. Bi meşê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê jî hat rûreşkirin. Rêxistinên Libnanî, Ermenî, Kabîl û Cezayîriyên li Parîsê jî destek da çalakiyê.

Serokê Weqfa Daniel Mitterand, Jeremy Chollet, parlamenter François Pupponi, ji partiya Çep û ji gelek derdorên din siyasetvan jî beşdarî meşê bûn. Meş li Meydana Républiquê veguherî mîtîngê. Li ser navê saziyên organîzator edîtorê rojnameya ermenî Nouvel Ara Tranian û Hevserokê CDK-F´ê Necmettin Demiralp peyivîn.

Tranian got, "Azadî, aştî û azadî bi piştgiriya miletan dibe. Em ê weke doh îro jî bi hev re li dijî êrişan li ber xwe bidin." Demiralp jî got, ti hêz û êriş bi îradeya gelê Kurd nikare, "kes nikare vî miletî bike kole."

Kurdistan li ber xwe dide

Alîkarê Hevserokê Partiya Çep Jean Christophe Selin got, "Em li cem we ne. Em alîgirên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd in. Ji bo vê jî divê serê pêşî hevrêyê me Abdullah Ocalan azad bibe. Gava diduyê jî ew e ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Macron beramberî êrişên dîktator Erdogan bê deng e. Divê vê siyaseta xwe biguherîne."

Parlamenter François Pupponi jî bal bire ser durûtiya Fransayê beramberî Erdogan û got, ew wek parlamenter pişta miletê Kurd digire.

Di axaftinan de siyaseta neo-osmanî ya belavbûnê ya dewleta Tirk hat rûreşkirin. Xwepêşanderan bêdengiya beramberê komkujiyên li dijî kurdan ên welatên Ewrûpayê û Fransayê jî rexne kir. Qisekeran got, "Yên ku doh rexne li Kurdan digirtin, niha bi bêdengiya xwe wan terkî mirinê dikin". Qisekeran wekî din xwest Rêber Ocalan tavilê bê serbestkirin.

Hunermenda Ermenî Vichen Tardinian beriya dest bi stranên xwe bike got, "Em du miletên mezlûm ên Rojhilata Navîn in. Baweriya miletên li dijî zilmê li ber xwe didin, wê aşîtiyê bîne." Şivan Perver jî bal bire ser siyaseta tinekirina Kurdan a dewleta Tirk û derkete ser dikê.

Hunermenda Kabîl Fatoum, koma muzîkê ya Ermenî Tria Gayoneh jî derketin ser dikê. Çalakiyê bi sloganên "Kurdistan li ber xwe dide" bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.