Rojnamevan Hinrich Schultze jî ji wan kesan bû ku hikûmeta Hewlêrê, ji bo ku beşdarî çalakiyên ji bo aştiyê û parastina Kurdistanê nebin, asteng kiriye. Wî got, piştî ku wî vîze wergirtiye, li balefirgehê hatiye rawestandin. Roja ku ew ji Dusseldorfê bi rê ketiye, ew heta berê sibehê saet 4'an a dîtira rojê asê maye. Li ber wî du rê hatine hiştin, yan ew ê li balefireke ber bi welatekî derveyî Iraqê siwar bibe, yan jî vegere Elmanyayê. Ew dibêje, "Min Elmanya tercîh kir û kir ku bi rengekî ji rengan min dersînor bikin."
Hinrich Schultze yê ku ji die Tageszeitungê bi xwe re jî rojnamevaniya wênegiriyê dike, heta niha gelek caran çûye Başûrê Kurdistanê. Ew dibêje, ji bo ragirtinê ti sedem nehatine gotin.
Lê di nava agahiyên wî de yeke balkêş heye. Beriya ku vîzeyên bistînin, yanî beriya kontrola polês hinek jê yekser tênm ragirtin. Ew dibêje, "Polêsan diyar e ew ji rûyên wan nas kirine. Lê ka rayedarên li Iraqê çawa bi diyanîn ka kî weke nimûne seroka meclîsa xwendekarên zanîngehê Astayê ye [Behsa Sofia L. dike], - ez nizanim."
Lê em alîkariya wî bikin. Beriya niha sefîrê Elman ê li Enqerê derbarê xwepêşanderên Kurd ên li Elmanyayê de agahî dabûn polêsê Tirk. Gelekî muhtemel e ku konsolosê Hewlêrê yê Elmanyayê yan jî sefîrê Elmanyayê li Bexdayê vê carê karê muxbiriyê kiribe û pê, jiyan û azadiya welatiyên xwe xistibe tehlûkeyê. Gelo ji ber vê wê kesek dozekê li meqamên Elman veke yan na, yan jî li parlamenê wê ji hikûmetê bersivek bê xwestin yan na, wê van rojên li pêşiya me diyar bibe.
HAMBURG