• Defend Kurdistan, ji bo rojên çalakiyê yên navneteweyî bang kir da ku xelk ji 16'ê Adarê heta 18'ê Adarê beşdarî çalakiyan bibe.

Defend Kurdistan bi sernavê "Em sûcên we dibînin - li Kurdistanê bes çekên kîmyewî bi kar bînin” daxuyaniyek weşand û ji bo rojên çalakiyê yên navneteweyî (16'ê Adarê - 18’ê Adarê 2023) yên di salvegera Komkujiya Helebceyê de bang kir.

Defend Kurdistanê got, "Hefteyên destpêkê yên sala nû ji niha ve nîşan didin ku êrişên li dijî şoreşa Kurdistanê wê bi dijwarî dewam bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên komkujiyê ji bo parastina berjewendiyên xwe her roj sûcên bêrehm dike û bi peydakirina alavên şer piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigire.

Polîtîkaya qirkirinê

Di dewamê de Defend Kurdistanê got, “Dema ku mirov bala xwe dide dîrokê, fêhm dike ku êrişên niha dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî civaka Kurd e. Ataturk, Sedam Huseyin û Erdogan di meseleya bikaranîna gazîn bi jehr li dijî Kurdistanê de li ser heman xetê ne. Ataturk di salên 1937-38'an de di dema Qirkirina Dersimê de balafir û gazên bi jehr ên ji Elmanya Nazî, bi kar anîn. Sedam Huseyin 16'ê Adara 1988'an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran mirov bi gaza bi jehr a ji Elmanyayê, kuştibûn. Erdogan jî niha li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî sûcên mezin ên şer dike."

Hem şîn hem jî berxwedan heye

Defend Kurdistanê, bi bîr xist ku êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê jî 18´ê Adara 2018´an çûye serî û wiha dewam kir: "Çawa ku DYE'yê piştî salekê rê da ku li ser Serêkaniyê û Girê Spî qada hewayî ji bo dagirkeriyê veke, di sala 2018'an de jî Rûsyayê firsend da dewleta Tirk ku tevî cîhadîstan bi tankên Leopard 2 yên Elman êrişî rêveberiya xweser bike. Piştî berxwedana bêhempa ya du mehan, Efrîn 18'ê Adara 2018´an hat dagirkirin û bi sedhezaran mirov neçar man koçber bibin.”

Li dijî tecrîdkirina Ocalan bibin yek

Piştî van tesbîtan Defend Kurdistanê ev bang kir: “Werin em îro Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê Komuna Parîsê û berxwedana li Efrînê biparêzin. Ji 16'ê Adarê salvegera Komkujiya Helebceyê heta salvegera damezrandina Komuna Parîsê, salvegera dagirkirina Efrînê 18'ê Adarê yanî Roja Girtiyên Siyasî, dakevin meydanan û çalak bin. Heger dewletên navneteweyî li dijî şoreşê dibin yek, divê em jî ji bo şoreşê bêhtir bibin yek. Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, em bi îradeyeke hevpar têbikoşin, bêdengiya navneteweyî, êrişên li ser tevgera jinên Kurd û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN