Çeteyeke DAÎŞ'ê wê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li hemberî Kurdên Êzîdî kiriye li Elmanyayê bê darizandin. Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Federal a li bajarê Karslrûheyê, Nûrten J. a ku sala 2015'an çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAÎŞ'ê bû û li dijî Êzidiyan gelek sûc kir, doz lê hate vekirin.

Jina çete, sala 2015'an tevî keça xwe ya 3 salî ji Elmanyayê ku welatiya wê bû, çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Nûrten J. xwedî îdeolojiya DAÎŞ'ê bû ku 'kolekirina Kurdên Êzidî weke mafdarî didî' û di navbera salên 2016 û 2017'an de herî kêm jineke Êzidî weke kole bi kar anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nûrten J. bi 'rêveberekî payebilind ê DAÎŞ'ê' re zewicî ku ji Elmanyayê çûbû û herî dawî di meha Tîrmehê de ji Tirkiyeyê ber bi Elmanyayê ve hate dersînorkirin.

Li Elmanyayê herî kêm du çeteyên DAÎŞ'ê tên darizandin ku ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li Kurdên Êzîdî kirine. Çeteyê bi navê Taha El Cûmalî yê welatiyê Iraqê, tevî kuştinê her wiha bi tîhiştina keçeke Êzîdî bû sedema mirina wê, lewma bi sûcê qirkirinê ji meha Nîsanê ve li Frankfûrtê tê darizandin. Hevsera vî kesî ya bi navê Jennîfer Wenîsh jî ji heman sûcî li Munchenê tê darizandin. Jineke bi çeteyekî DAÎŞ'ê yê ji Tûnisê re zewicî meha derbasbûyî, ji ber ku jineke ciwan a Êzîdî li Rojava weke kole bi kar anî bû bi 3.5 salan hatibû cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN