Sûcdar in êrişî Kurdan dikin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 02:25

ERDAL BAZ

 

Pêr sibehê li bajarê Elmanyayê Mainzê, polêsê Elman bi ser welatparêzên Kurd de girt. Li gorî agahiyên bi destketin, li ser fermana dozgeriya Koblenzê, polêsê Elman bi ser malên welatparêzên Kurd Gulnaz Yengin, Meral Şîmşek û kesekî din de girtiye. 

Ev welatparêz hemû jî ji rêveberên Komeleya Çanda Demokratîk a Mainzê ne. 

Hat zanîn ku Gulnaz Yengin di dewra beriya niha de hevseroka komeleyê bûn. Di serdegirtinan de telefonên destan ên Kurdistaniyan hatin girtin.

Hevseroka niha ya Komeleya Çanda Demokratîk a Mainzê Suzan Guneş ji bo serdegirtinên malên rêveberên berê yên komeleya xwe got, “Bi vê hişkiyê bi ser malan de girtine. Ev rêbazek e ku neyê qebûlkirin. Armanca van serdegirtinan çavtirsandina xelkê ye. Hewl didin xebatên me asteng bikin. Bila zanibin, ew wiha nikarin me çavtirsandî bikin. Em di çalakiyan de dibêjin, beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk bêdeng nemînin, ew berê zilma xwe didin me.”

 

  

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.