Sûc nîne valîz heye

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 7 Çile 2023 - 02:20

Dewleta Elman di çarçoveya krîmînalîzekirina Kurdan û krîmînalîzekirina karên wan ên civakî û çandî, gelek Kurdan bi hincetên pûç dadgeh dike û dixe hepsê. Ji bo ku karibe belesebeb û bêyî ku sûc hebe Kurdan dadgeh bike jî xwe disipêre xala Qanûna Ceza ya Elman 129b´yê. Bi vê qanûnê dewleta Elman dikare bi tohmeta endametiya rêxistineke li derveyî Elmayayê, sûcek li holê nebe jî mirovan dadgeh bike. Yek ji wan Kurdên ketine ber vê çerxa krîmînaklîzekirina Kurdan jî Ozgur A. ye.  

Rûniştina 5´an a doza li dijî Ozgur A. li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê bi rê ve çû. Ozgur A. ji 30´ê Nîsana 2022´yan ve hatiye girtin û di hepsê de ye. 

Di rûniştina doh de du polêsên avêtin ser mala Ozgur A. lê ya li Bremenê, peyivîn. Li ser valîza li malê hatiye dîtin, û ka ew valîz ya Ozgur A. ye û malzemeyên tê de yên rêxistinê ne yan na, dozgeriyê û dadgehê minaqeşeyên pûç û vala kirin. 

Wê rûniştina dadgehê ya 6´an 9´ê Çileyê 2023´yan saet 9:30’an dewam bike. 

KOBLENZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.