• Parêzerên Kurdên ku li Stuttgartê bi tohmetên beredayî ji ber qanûna ceza 129’b tên dadgehkirin, got, “Ev dozeke siyasî ye”. Wan got bêyî ku yek delîl hebe dozger dixwaze ceza li muwekilên wan bê birrîn.

PERVÎN YERLÎKAYA

Doza li dijî welatparêzên Kurd a li hepsa Stammheim a li Stuttgartê, ev du sal in dewam dike. Tê de 3 jê girtî û didu serbest, 5 Kurd tên dadgehkirin. Rûniştinên 90 û 91’ê pêncşem û înê bi rê ve çûn. Veysel S., Ozkan T., Agit K., Cihan A., Evrim A. parêzerên wan di rûniştinê de amade bûn. Parêzerên Evrim A., Agit K. û Ozkan T. parastina wan kirin. 

Parêzera Evrim A. ya 17 mehan di hepsê de ma û dozger 2 sal û 6 mehan ceza jê re dixwaze, Fransizka Nedelmann li ber dozger rabû û got, “Bêyî lêkolîna rastîbûna delîlan, li gorî îtîrafkarekî ceza ji Evrim A. re dixwazin. Gefxwarin, şantaj û derewên îtîrafkar weke ku nebin, dozger doza ceza dike.” Wê xwest li dijî îtîrafkarê îfadeyên derew dayî jî lêpirsîn bê destpêkirin. 

Wê bi bîr xist ku mafê penaberiyê yê muwekila wê jî bi awayekî neheq hatiye betalkirin û got, “Ev dozeke siyasî ye. Dozeke normal bûya, wê hîç cezayê hepsê nehatana birrîn, bi cezayekî pere yê piçûk mesele wê bi dawî bibûya. Bêyî ku delîlek hebe, li gorî gotinên îtirafkarekî muwekila min sal û nîvê di hepsê de hat girtin, tevahiya mafên wê hatin desteserkirin. Niha jî bi gunehbariya terorîzmê dixwazin ji bo cezayê mayî jî wê bixin hepsê, û bi statuya duldung a îqametê rewşeke destdirêjiya mafên wê yên azadiyê dibe ku hatibe amadekirin.”

129b ji bo avakirina gumaneke giştî ye

Parêzera Agit K. Fatma Sayin jî rexne li qanûna 129b girt û got, “Kurd li vir mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin, çalakiyên siyasî dikin, lê ev bi 129b’yê dikevin ber taqîba edlî û tên krîmînalîzekirin. Her kirina Kurdan weke alîkariya PKKê û endametiya wê tê nîşandan. Helwêsta dadgehên Elman tam ev e: Kurd=PKK=bi tehlûke=terorîst. Qanûna 129b ne elaqedarî nirxên sereke ye, bi temamî elaqedarî berjewendiyên siyasî û aborî ye. Qanûn diviya ji bo parastina mirovan hebin.

Di îddîanameyê de 2 axaftinên telefonê û sms hene. Naveroka yekê ji wan jî ne sûc e. Ji bo ku hûn tevahiya xebatên Kurdekî li Ewrûpayê weke gumanbarê terorê bixin ber taqîba edlî, hûn gumaneke giştî li ser ferz dikin. Wekî din cilûbergên wî yên Kurdî ku ew li xwe dike, weke unîforma hatine nîşandan.”

Têkoşîna ji bo milet ji bo Veysel S. esas e

Parêzera Ozkan T. Antonia Von Der Behrens jî got, “Ev doz ne ku unsûrekî ceza heye, lê tenê ji ber ku berjewendiyên dewleta Tirk û berjewendiyên siyaseta navxweyî û derve ya Elman li hev dikin, tê birêvebirin. Ev dozeke siyasî ye. Bêyî ku yek delîla tenê jî hebe dozger, doza ceza dikin.” Wê xwest muwekilê wê bê berdan. 
Di dawiyê de Kurdên doz li wan hatî vekirin jî peyivîn. Hemûyan got, ew bi gotinên parêzerên xwe re ne. Veysel S. jî got, “Şert û merc çi dibin bila bibin, ez ji bo miletê xwe têkoşiyam. Ji niha û pê ve jî ev ê di jiyana min de bibe esas.”

Rûniştina bê 30’ê Nîsanê wê bi rê ve biçe û heyeta dadgehê wê biryara xwe eşkere bike.