• Derket holê ku îdîaya delîl hene sûc bê kirin ên li dijî komeleyên Kurdan li Berlînê derew bû ye. Dozgeriya Berlînê bi xwe lê mikur hat ku ti telîlên nîşan bidin tehlûkeya kirina sûc hebe nehatine peydakirin. 

Derket holê ku rayedarên Elman gava ku bi îdîaya wê sûc bikin bi ser komeleyên Kurdan ên li Berlînê de sala 2018´an girtibû, esas ti delîlên dozgeriyê û polîs nebûne. Di serdegirtina de jî ti delîl nehatine peydakirin. Ji ber wê jî doz betal bûye. Bi vê yekê eşkere bû ku ev jî hewldaneke krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê bû.   

Polîsên Elman 13´ê Hezîrana 2018'an derî û pencereyên Komeleya Kurdan a li Berlînê şikandin û bi vî rengî avêtibûn ser. Sedema serdegirtinê îhtîmala sûckirinê bû. Lê ti delîlên ku îhtîmalê jî rewa bikin nebûn û nehatin dîtin jî. Ji ber vê polês wê niha tezmînatê bide du komeleyên Kurd ên xisar li wan bûyî. 
Dozgeriya Berlînê lêpirsîna beriya bi 3 salan a li dijî komeleya Kurd a girêdayî NAV-DEM'ê neheq dît, û dosya girt.

Lêpirsîna behsa me li ser, bi îdîaya pûç a yekîneyên ewlehiyê dest pê kiribû.  Bi armanca çalakiya piştevaniya bi Efrînê re ku dewleta Tirk êriş biribû ser Efrînê, dozger got, di xwepêşandanê de wê 'sûc were kirin'', bi fermana dozger, polêsan bi ser komeleya Kurd û bûroya Civaka Azad a di heman avahiyê de girtibû.

Armanc krîmînalîzekirin e

Dozgeriyê got, ''delîlên sûc ên ku em lê digeriyan, nedihatin ditîn'', dosyaya lêpirsînê girt. Lêgerîna polêsan a li saziyan jî neheq dît. Her wiha di serî de ya derî û pencereyên ku hatine şikandin, polês wê zirara madî tezmîn bikin. Parêzer Dr. Lukas Theune ku rêveberê komeleyeke Kurd e ya ku ketibû ber lêpirsînê, got, ji ber ku dosya hatiye girtin, ew şaş nemaye.

Theune got, li Elmanyayê lêpirsîn û girtina polîsan a bi ser saziyên Kurd de parçeyek ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan e û ji serê pêşî ve neheq e, li derveyî hiqûqê ye. Theune got, ''Hewldaneke din a krîmînalîzekirina Kurdan bêencam ma''. Theune her wiha got, hîna giliyê Civaka Azad li Karlsrûheyê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Elmanyayê li dijî rayedarên Elman kiribû, hê bi encam nebûye.

13'ê Hezîrana 2018'an polêsên Elman bi ser komeleya Civaka Azad û komeleya Navenda Civaka Kurd de girtibû, her wiha bi ser malên rêveberên NAV-DEM'ê de jî girtibûn, derî û pencereyên saziyên Kurdan şikandibûn. Polês demeke dirêj li saziyên Kurdan geriyabûn, û dest danîbûn ser kompûteran.

BERLÎN