Mahsûm Aslan ê HPG'î sala 2018'an de li Dersimê di encama êrişeke hewayî ya Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê cenazeyê wî ji Miduriyeta Polêsan a Erxeniyê re bi kargoyê şandibû. 

Li Amedê endamên MEBYA-DER´ê xwestin bi daxuyaniyekê vê kirina li dijî rûmeta mirovan rûreş bikin.

Dewleta Tirk hem sûc li dijî mirovahiyê kir û hem jî destûr neda Kurd vî sûcê wê rûreş bikin. Endamên MEBYA-DER'ê jî bi çalakiya rûniştinê ev helwêsta polêsên dewleta Tirk şermezar kir.    

Rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê, rêveberên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER'ê û aktîvîstên TJA'yê jî tevlî çalakiya li ber abîdeya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê bûn.

Polêsên Tirk dor li aktîvîstan girt. Li ser vê komê êrişa polêsan bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.  

Di peyaman de şandina cenazeyê Aslan bi kargoyê hat şermezarkirin.

AMED