Stratejiya AKP´ê hîle ye

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 15:44

  • AKP li Kurdistanê dixwaze bi hîleyan dîsa şaredariyan xesp bike. Ji bo vê li 24 navçe û bajaran hejmara hilbijêran hatiye zêdekirin. Çawa ku sala 2019´an navenda Şirnex û Agiriyê û gelek navçeyan bi vê hîleyê bi dest xist, niha jî stratejiya AKP´ê hîle ye.

Hilbijartinên cihî yên 31´ê Adara 2024´an li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nêzîk dibin. Pê re jî, diyar dibe ku AKP’ê stratejiya xwe ya hilbijartinên cihî yên 2019’an ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2024´an jî xistine dewrê. Herî kêm 24 navend û navçe di hedefa hîle, dek û dolabên AKP´ê de ne. Di nava 6 mehan de bi hezaran leşker û polês li cihên ku hejmara hilbijêran ji sedî 7 û 22 zêde bûye, hatin bicihkirin. 
Li gorî analîza Azad Altay a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatiye weşandin, balê dibe ser vê yekê û bi daneyên cihê îşaret bi van dekûdolabên dewleta Tirk û hikûmeta wê AKP´ê dike. 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî pêr bi daxuyaniyekê gotibû, AKP´ê leşker û polês kirine hilbijêrên gerok. Di daxuyaniyê de yek bi yek hatibû gotin, ka çend hilbijêr veguhestine çend navnîşanan. 
Altay bi bîr dixe ku di hilbijartinên 2019’an de li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qileban û Elkê, navçeyên Colemêrgê Çelê û Şemzînanê û dehan şaredariyên bajarokan veguhestina hilbijêran hate kirin. Ji bilî veguhestina hilbijêran, li navenda Şirnexê gefa “ji kar avêtinê” li sedan karmend û xebatkarên cemaweriyê hate xwarin. Li bajêr girtina kanên komirê jî weke gef li xelkêî hat xwarin û heta AKP´yiyan got, ew bi ser nekevin, ew ê statuya bajarbûnê ya Şirnexê betal bikin. Li ser cerdevanan jî hat ferzkirin, wêneyên dengên xwe bigirin û nîşanî wan bidin. Ji ber vê, di hilbijartinên cihî yên sala 2019’an de bi hezaran hilbijêr neçar hatin hiştin ku dengên xwe bidin AKP’ê. 
 
Azad Altay dibêje, heman polîtîka îro jî lê ye: “Heman polîtîka îro jî di dewrê de ye. Ji hilbijartinên giştî yên di 14’ê Gulana 2023’yan ve zêdebûn û kêmbûna di hejmara hilbijêran de vê rewşê radixe ber çavan.” 

AKP´ê 24 şarederî xistine hedefê

Ji hilbijartinên giştî ve guhertina di hejmara hilbijêran de di navbera ji sedî 2 ta ji sedî 5´an de ye. Lê li 24 bajar û navçeyên Kurdistanê ev hejmar ji sedî 7 ta 22 ye. Altay wiha balê dibe ser rewşê: 
“Ji van bajar û navçeyan li 11 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sala 2019’an bi ser ketibû. HDP li bajar û navçeyên din partiya duyemîn e. Lê li 7 bajarên ku lê bû partiya duyemîn, AKP bi veguhestina dengan bi ser ketibû. AKP di şaredariyên mayî de jî bi piştgirtiya MHP’ê, Partiya ÎYÎ, HUDA-PAR û CHP’ê bi ferqeke kêm bi ser ketibû. 
 

Li ku çi dekûdolab?
Azad Altay bi bajar û navçeyan yek bi yek dadikeve. Em ê ji van, heft bajar û navçeyên bi dekûdolaban berê AKP´ê şaredariya wan bi destxistibû, bi we re parve bikin: 

 

Çelê ya Colemêrgê
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber polês û leşkerên hatin veguhestin û zexta li ser hilbijêran, AKP bi ser ketibû. AKP’ê bi 2 hezar 522 dengan şaredarî bi dest xistibû. HDP’ê jî hezar û 428 deng wergirtibûn. Qismek ji dengên AKP’ê yên polês û leşkerên veguhestî bû û gelek jî bi zor û zilma li ser hilbijêran bûn.

Di 14’ê Gulanê de li navenda navçeyê DEM Partî bi ser ketibû:

* DEM Partî: 2 hezar û 44 
* AKP: Hezar û 49
  
Yanî DEM Partiyê di hilbijartinên dawî yên li navenda bajêr de 995 deng ji AKP’ê zêdetir stendin.

Di 14’ê Gulanê de li navendê û derdora wê hejmara hilbijêran 11 hezar û 348 bû. Lê belê di nava 5 mehan de ev hejmar 2 hezar û 530’î (ji sedî 22,29) zêde bû û bû 13 hezar û 878.

Çend ji van hilbijêrên nû ne, çend veguhestiyên AKP´ê ne nayê zanîn.

 

Şemzînana Colemêrgê

Di hilbijartinên 2019’an de AKP’ê 3 hezar û 457 deng wergirtin. HDP’ê jî 3 hezar û 303 deng wergirtin. Ferqa di navberê de 154 deng bûn. Hem dengên hatin veguhestin hem jî zextên li dijî cerdevan û karmendan, bandor li hilbijartinê kir. 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de DEM Partî li vir jî bi ser ket:
 
* DEM Partî: 4 hezar û 454
* AKP: 2 hezar û 47
 
Ji hilbijartina dawî heta Cotmehê hejmara hilbijêran zêde bû û bû 30 hezar û 287; di Gulanê de ev hejmar 27 hezar û 303 bû. Ev guhertin ji sedî 10,93 ye û pirr zêde ye. Tê texmînkirin ku pirraniya zêdebûna 2 hezar û 984’an li navenda bajêr pêk hatiye. 
 
Navenda Şirnexê

Yek ji bajarên sereke ku AKP’ê di hilbijartinên sala 2019’an de kire hedef Şirnex bû. Dewlemendên AKP’î û dewleta Tirk hingê li bajêr seferberî îlan kiribû. AKP’ê bi 19 hezar û 718 dengan cara ewilî li vir şaredarî bi dest xist. HDP’ê jî 11 hezar û 194 deng wergirtin.

Lê di hilbijartinên 14 Gulanê de tercîha Şirnexiyan DEM Partî bû: 
 
* DEM Partî: 17 hezar û 977
* AKP: 10 hezar û 627
  
Ji ber vê ye ku piştî 14’ê Gulanê li vir jî di hejmara hilbijêran de guhertine zêde heye. Li navendê û gundên wê hejmara hilbijêran 60 hezar û 603 bû, ev hejmar niha bûye 69 hezar û 401’an. Yanî zêdebûneke ji sedî 14,52 heye. Tê texmînkirin ku li navenda bajêr zêdebûneke mezin pêk hatiye. DEM Partiyê jî hefteya bihurî hişyar kir ku leşker, polês û cerdevan veguhestine navenda bajêr.

 

Elkê ya Şirnexê

Li navçeya Şirnexê, Elkê, polîtîkayên li navenda Şirnexê xistin dewrê. AKP’ê sala 2019´an bi 2 hezar û 307 dengan şaredarî bi dest xist. HDP’ê jî hezar û 535 deng wergirtin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dîsa DEM Partî bû partiya yekem: 
 
* DEM Partî: Hezar û 875
* AKP: 668

Guhertina di nava 5 mehan de li vir jî ji sedî 6,11 e. Dema nifûsa kêm a bajêr li ber çavan hate girtin, ev rêjeyeke girîng e. Di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran a 11 hezar û 351, zêde bû, û bû 12 hezar û 44’an. Pirraniya 693 hilbijêrên vegihestî leşker û polês in.

 

Basa ya Şirnexê

Navçeya Basa ya ser bi Şirnexê jî di demekî dirêj e di bin rêveberiya Bahattîn Aktûg de ye. Li hemû daîreyên resmî yên li bajêr yan zarok yan jî neviyên Aktûg ê AKP’î hene. Di hilbijartinên herêmî de jî leşkerên li gundên derdorê vediguhêzin navendê.

AKP’ê sala 2019’an bi hezar û 632 dengan şaredarî bi dest xistibû. HDP’ê jî 746 deng wergirtibûn. Di 14’ê Gulanê de DEM Partî dîsa bû partiya yekemîn:
 
* DEM Partî: Hezar û 104
* AKP: 431
 
Di nava 5 mehan de rêjeya guhertina dengan li vê navçeyê ji sedî 15,29 e. Yanî hezar û 56 deng li navçeyê zêde bûne.

 

Qilaban a Şirnexê

Êvara roja hilbijartinên 2019’an, bi dîmenê kêliyên ku maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî yek bi yek li dû hev ji bajêr derdiketin, derket pêş.

AKP’ê bi dengên veguhestin û zexta hin derdoran bi 3 hezar û 293 dengan şaredariya Qilabanê wergirt. HDP’ê hezar û 850 deng wergirtin. 14’ê Gulanê dîsa DEM Partî bû partiya yekemîn: 
 
* DEM Partî: 6 hezar û 127
* AKP: 2 hezar û 999
 
Li navenda bajêr û gundên wê di 5 mehan de deng ji sedî 15,69 zêde bûn. Yanî ji 4 hezar û 256 hilbijrên nû gelek leşker û polêsên veguhestî yên AKP´ê ne.

 

Navenda Agiriyê

Şaredariya Agiriyê di hilbijartinên 2019’an de bi dek û dolaban ketibû destê rêveberiya AKP’ê. AKP’ê 25 hezar û 799 deng û HDP’ê jî 17 hezar û 240 deng wergirtibûn. 14’ê Gulanê, meyla hilbijêrên navendê dîsa DEM Partî bû: 
 
* DEM Partî: 25 hezar û 267 
* AKP: 18 hezar û 29 
  
Di vê hilbijartinê de li navenda bajêr û gundan bi giştî 90 hezar û 958 hilbijêrên qeydkirî hebûn. Lê belê di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran a li navend û gundan 6 hezar û 478 (ji sedî 7,12) zêde bû.

Li memûrên li navçeya Bazîdê zext hate kirin da ku “qeydên xwe bibin navendê” û dema ev zext li ber çavan tê girtin, wisa tê texmînkirin ku gelemperiya hilbijêrên lê zêde bûn ji kesên qeyda wan hatine veguhestin pêk tê.

Li hêla din gelemperiya dengên zêde bûyîn li navenda bajar pêk hatine. Ev yek nîşan dide ku kesên qeyda wan hatiye veguhestin, dê di hilbijartina rêveberiya herêmî ya navendê de dengê xwe bidin. 

Ji bilî van 7 navendan, li 17 navendên din jî ku HDP li wan bi ser ketibû jî veguhestina dengan a bi heman rengî xuya dike û ji ber wê Azad Altay dibêje, AKP di xwaze bi heman hîle û dekûdolaban şaredariyan xesp bike.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.