Stranên Keziya Sor bi 7 serdeman dadikeve

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:03

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Filmê Muzîkal ê bi nave Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya dijî baviksalariyê vedibêje, di destpêka Adarê de tê belavkirin.

Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat, li ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê filmekî muzîkal çêkir. Filmê Muzîkal ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê cara yekem tê çêkirin, bi navê, “Stranên Keziya Sor” hatiye amadekirin.

Li gorî agahiyên ku Endama Hunergeha Berçem a Hîlala Zêrîn Zeyneb Mensûr dane kesayet û têkoşîna yek ji damezirînerên PKK’ê û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz ku 9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê di êrîşa sîxûrên Tirk de şehîd bû, wekî îlhama navê filmê muzîkal hatiye bijartin. Pora Şehîd Sakîna Cansiz sor û keziyên wê badawî bûn; di çanda Kurdan de jî kezî xwedî wate û girîngiyekê ne, lewma navê “Stranên Keziya Sor” hatiye diyarkirin.

Bi 7 serdeman dadikeve

Filmê muzîkal ji 7 beşan pêk tê; her beşek serdemeke dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî zîhniyeta baviksalariyê vedibêje û wekî sembol balê dikişînin ser jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz (Sara), Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Zenûbya, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim û Zarîfe Xanim.

Di 7 mehan de hat çêkirin

Zeyneb Mensûr diyar kir ku filmê muzîkal di 7 mehan de bi beşdariya 200 kesan hatiye amadekirin. Zeynep Mensûr da zanîn ku mêran jî di lîstikê de cîh girtiye, lê piraniya lîstikvanan jin in. Zeyneb diyar kir ku lîstikvan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, perçeyên din ên Kurdistanê û hinek enternasyonalîstan pêk tên. Zeyneb Mensûr anî ziman ku dîmenên ji bo muzîkalê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine girtin.  

Berhema ku senaryoya wê ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hatiye nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye çêkirin, 20 deqeye û Şêro Hindê derhêneriya wê dike. Muzîkal wê 3’yê Adarê li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî bê nîşandan. Heman rojê wê di Jin Tv’de jî bê weşandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.