Strana ‘serok Ocalan’ ji nû ve hazir dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 02:19

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, Hunergeha Welat strana “Serok” ji nû ve saz dike ku ji aliyê Koma Agirî ve li Helebê sala 1991`ê hatiye derxistin. Hunergeha Welat dê ji bo stranê klîpekê jî hazir bike.

Hunermend Delîl Mîrsaz li ser mijarê got, “Strana Serok straneke kevn e ku Koma Agirî ya Helebê sala 1991`ê çêkiriye. Di dîroka têkoşîna me de ev strana yekemîn e ku li ser Rêber Ocalan hatiye çêkirin. Em jî hewl didin vê stranê careke din belav bikin. Gotinên vê stranê ji aliyê nivîskar Dilsoz ve hatine nivîsandin. Em hewl didin rengê stranê nû bikin.”

Delîl Mîrsaz diyar kir ku stran dê ji aliyê 12 hunermendan ve were gotin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke mirov bixwaze tiştekî pênase bike û rastiya wê derxe, divê vegere bingeh, sazûmaniya wê ya destpêkê. Heke em venegerin dîrokê, em nikarin bigihîjin zanînê.”

Têkildarî peyama wan ji vî karî, Delîl Mîrsaz got: “Hêzên hegemonîk hewl didin Rêber Ocalan di aliyê bedenî de tecrîd bikin. Bi rêya stranên wiha, em dixwazin balê bibin ser wê yekê ku ew nikarin rêberê me ji me dûr bixin. Wî fikra xwe pêşkêşî me kir û rê nîşanî me da.”

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.