Çand û Huner a Stiya Nexşa ya Şengalê ku ji 2017’an ve li ser çand û hunera civaka êzidî kar û xebat dide meşandin û heta niha bi sedan zarok û ciwanan perwerde kiriye, îro di salvegera 33’emîn şehadeta şehîd Mizgîn de li navçeya Xanesorê navenda xwe ya çand û huner vekir. Bi dehan kes tev li vekirina navenda Stiya Nexşa bû.
Deriyê Stiya Nexşa ji hêla endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) Zozan Simo ve hat vekirin. Di vekirinê de Zozan Simo axaftinek kurt kir û ev tişt anî ziman: “Ez vekirina cihê navenda çand û hunerê li jinan pîroz dikin. Dema çand û huner tê gotin deng û rengê me, Stiya Nexşa û Xatûna Fexra tê bîra me. Piştî fermanê me bawer nekir dê çand û hunera me bê domandin lê bi saya keç û xortên me çanda me tê domandin. Em destxweşî li kesên ku keda wan di vekirina vê çand û hunerê de heye dikin û dibêjin li wan û me pîroz be.”
Piştî axaftina Zozan Simo piraniya wan jin girse bi tilîliyan derbasî navendê bûn.
Dûvre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal axivî, di destpêka axaftina xwe de Şehîd Mizgîn û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku şehîd Mizgîn bi deng û hunera xwe mohra xwe li dîrokê daye û bûye yek jê pêşenga parêzvanê çand û hunerê.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Mizgîn ve hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
Her wiha piştî temaşekirina sînevîzyonê Koma Bêrîvan a Stiya Nexşa derket serdikê û bi stranên xwe hem vekirina navenda xwe pîroz kir û hem jî şehîd Mizgîn bi bîr anî.
JÎNHA/ŞENGAL