Stiya Nexşa hazire ji 8’ê Adarê re

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Adar 2025 - 00:08

BÊRÎVAN ÇIYA / NÛJINHA / ŞENGAL

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re li Şengalê jinên Êzidî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve lez dane amadekariyên kar û xebatên 8’ê Adarê.

Wekî her derê Kurdistan û cîhanê dê li Şengalê jî jin bi coş û kelecana peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8’ê Adarê pîroz bikin. Jixwe jinên ku cihê xwe di amadekariya kar û xebatên şahiya 8’ê Adarê de digirin, destnîşan dikin ku 8’ê Adara îsal ji yên salên borî cudatir e ji ber bi coşa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja xwe pîroz bikin û dengê xwe bigihînin rêberê xwe.

Di çarçoveya van kar û xebatên 8’ê Adarê de Çand û Hunera Stiya Nexşa jî lez daye kar û xebatên xwe jî çand û hunerî. Wekî her sal dê îsal jî Çand û Hunera Stiya Nexş bi stran, govend û şanoyên xwe pîrozbahiya 8’ê Adarê rengîntir bike.  

Derbarê kar û xebatên çand û hunerî ku ji bo 8’ê Adarê têne amadekirin de endamên Stiya Nexşa axivîn.

2 meh in hazirî dikin

Ji endama Koma Bêrîvan a stranan Bêrîvan Şengalî diyar kir ku ew wek endamên Çand û Hunera Stiya Nexşa ev nêzî 2 meh in dest bi amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê kirine û got: “Ev nêzî 2 meh in em provayên stran, dîlan û şanoyê dikin. Em hewl didin û armanca me jî ew e ku di 8’ê Adarê de performanseke baş nîşan bidin. Dê roja 8’ê Adarê Koma Bêrîvan a stranan derkeve ser dikê û bi stranên xwe şahî û kelecana jinan bixemilîne.”

Bi coşa peyamê 8’ê Adarê pîroz dikin

Di axaftina xwe de Bêrîvan Şengalî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat parvekirin û destnîşan kir ku ber bi nêzbûna 8’ê Adarê ve hatina peyama Ocalan coş û kelecana wan derxistiye asta herî jor û ev tişt anî ziman: “Em ê bi germahî û coşa peyama Rêber Apo ji her salê cudatir 8’ê Adarê pîroz bikin. Li ser vê esasî ez bang li hemû jinên Şengalê dikim ku bila bi coş û kelecana peyama Rêbertî tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin û deng û tililiyên xwe bigihînin Rêber Apo.”

Ji bo jin û zarokan lîstikên şanoyê

Ji endamên koma şanoyê Sosin Seydo jî da zanîn ku ew li ser ked, zehmetî û tundiya li ser jinan şanoyek ji bo 8’ê Adarê amade kirine û got: “Em ê îsal bi peyama Rêber Apo 8’ê Adarê pîroz bikin û ez bang li hemû jinên êzidî dikim ku roja 8’ê Adarê tev li şahiyê bibin û em bi hev re roja xwe pîroz bikin. Ji hêla din ve dê roja 8’ê Adarê Koma Hêviyên Şengalê ku ji zarokên keç ên temanê wan di navbera 10-13 salî de ne pêk tê jî roja pîrozbahiyê derkevin ser dikê û perfomansa xwe pêşkêş bikin.  Zarokên ku di nav Koma Hêviyên Şengalê de cihê xwe digirin jî dan zanîn ku ew jî nêzî du meh in xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin û ev bangê li zarokan kirin: “Em bang li hemû zarokên Şengalê dikin ku roja 8’ê Adarê werin Baxçê Rêber Apo û me guhdar bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.