Stîleke nûjen ya Empresyonîzmê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Sibat 2024 - 03:45

Bizava Empresyonîzmê bi saya şêwekarên weke Claude Monet û Pierre Auguste-Renoir di sedsala 19’an de kete qonaxeke dîtir. Ev şêwaza hane bi varyasyonên cuda bû îlhama gelek şêwekarên din jî. Hunermendê bi navê Erin Hanson bi awayekî nûjen Empresyonîzmê şirove dike. Ew bi menzereyên cur bi cur xweşikiya şêweya Empresyonîzmê rave dike.

Kulîlk, çîmen û ewrên di resmên Erin Hanson de zindîbûn û dînamîzmê ava dikin. Ew bi darbeyên firçeyê rengan ji nû ve dinirxîne û bi vî awayî rîtmekê jî ava dike di wan tiştên ku xêz dike de. Ew bi vê stîla xwe weke pêşengê “Open-Impressionist style” jî tê zanîn. Ev stîla hanê bi resmên xwe yên bê xumam û vekirî ji Empresyonîzma heyî vediqete û weke versiyoneke nûjen ya Empresyonîzmê tê zanîn.

Erin Honson li eyaleta Emerîkayê ya bi navê Oregon dijî û li wir van resmên xwe çêdike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.