Stêrkek li asîmanê welatê min

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:21

Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmed li DYE’yê dijî û beriya çendekê ji bo Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê çûbû Elmanyayê. Wî qetilkirina parêzerê Kurd Tahir Elçî bi bîr xist. Luqman Ehmed, wêneyekî ku wî sala 2021´ê xêz kiribû jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir û li binê wêne jî nivîsand; “Parêzer, dilêr û stêrkek di asîmanê welatê min de.”

Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li Amedê, li ber Minareya Çarling ji hêla polêsên dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Dema Tahîr Elçî hate kuştin, Serokê Baroya Amedê bû û ji bo ku şer li kolanan bi dawî bibe, dixebitî. Bi vê armancê gava wî xwest li ber Minareya Çarling daxuyaniyê bide, hate kuştin.

Heta niha jî ev bûyer ji hêla dewletê ve nehatiye zelalkirin û kesên ku Tahîr Elçî kuştin, nehatin dîtin û cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.