Stara Êzîdiyan Şengal e

Yekşem 21 Tebax 2022 - 22:36

  • PADÊ: Ev pêla koçberiyê pîlaneke siyasî ya valakirina Şengalê ye. Em bang li gelê xwe dikin da ku li Şengalê xwedî derkevin, neyên xapandin. Di nava koçberiyê de jî gelê me tê qetilkirin. Em dibînin cihê ku Êzîdî tê de bisitirin, Şengal e.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Endamê Mekteba Siyasi ya PADÊ Hisên Hecî got, rewşa heyî ya Iraqê, rewşeke xeter e û pêwîst e gelê Şengalê destketiyên xwe di vê pêvajoyê de biparêze. Hecî got fikrê neteweya demokratîk, dikare çareseriya tevahiya pirsgirêkên Iraqê peyda bike.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) Hisên Hecî rewşa Iraqê ya siyasî, metirsiya li ser komên baweriyê û gelên Iraqê nirxand. Hecî got, Iraq di rewşeke xeter de ye, pêwîst e gelê Şengalê bi aliyên siyasî re di vê pêvajoyê de desketiyên xwe biparêze. Hecî her wiha destnîşan kir ku pergala Xweseriya Demokratîk ya ku niha li Şengalê heta astekê hatiye avakirin, dikare bibe çareserî ji bo tevahiya pirsgirêkên Iraqê.

Dewletbûna Iraqê nemaye

Hisên Hecî destpêkê bal bire ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê û got, dema sala 2005’an Destûra Bingehîn a Iraqê hate danîn, ji ber ku ne di berjewendiya gelan de bû, zêdetir li gorî aliyên siyasî û mezhebî hatiye danîn. Wê nekarî ji gel re bibe bersiv û pirsgirêkên gelan çareser bike. Hecî hilbijartina pêşwext a beriya 10 mehan jî bi bîr xist û got, ‘’Xwestin pirsgirêkan çareser bikin û Iraqê ji nû ve komî ser hev bikin. Lê ev yek pêk nehat û rewşa Iraqê aloztir bû. Nihe Iraq bi nav dewlet e, lê wekî din ne sîstem û ne qanûnên dewletbûnê tê de nemane. Ne dikare sînorên xwe biparêze, ne jî dikare xwe bi rê ve bibe.’’

Parçebûn avakirina hikûmetê asteng dike

Hisên Hecî bal bire ser destwerdanên hêzên herêmî û got, “Yê dibe qurbanî gelên Iraqê ne. Ji dema Sedam Hisên ve her ku diçe Iraq aloztir dibe. Di rewşa niha de jî Iraq bûye du beş, Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê her yek ji wan beşekî ji gel bi aliyê xwe ve dikişîne. Ev dabeşbûn rê li ber avakirina hikûmetê digire.’’

Divê em xwe bi netewa demokratîk bi rê ve bibin

Hisên Hecî projeya neteweya demokratîk wekî çareseriya tevahiya pirsgirêkên li Iraqê dibîne û dibêje, “Ev sîtem mafekî rewa yê gelan e ku xwe bi xwe bi rê ve bibin, lê gelo em ji kê daxwaz bikin ku vê sîstemê qebûl bike? Ji ber ku dewlet ber bi hilweşînê ve ye, pêwîst e gelê me bi xwe têbikoşe û sîstema xwe bide qebûlkirin.

Aliyên dijber çi dibêjin bila bibêjin, me hêzên xwe yên parastinê hene, ji fermanê heta niha, ev 8 sal in em xwe di bin sîstema netewa demokratîk de bi rê ve dibin.’’

Heta em xweseriyê bidin qebûlkirin

Hisên Hecî dibêje, ew wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê desketiyên 8 salan ji dest bernadin: “Di warê qanûnî de jî em ê her li pey bidestxistina mafê xwe bin, heta ku em xweseriyê bidin qebûlkirin. Niha Iraq, Bexda aloz e, lê Şengal bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê, li ser kar û xebatên xwe dewam dike. Ev sîstem dikare xizmeta gel bike.’’

Hisên Hecî got, çavê her kesî li ser sîstem û saziyên Şengalê ye, şirova xwe wiha dewam kir: “Ne ji ber ku gelê Şengalê rastî fermanê hatiye, ji ber wê ye ku gelê Şengalê xwe bi rêxistin kiriye, hêzên xwe yên parastinê û saziyên xwe yên demokratîk ava kirine. Gelek hewl hatine dayîn ku vê rêxistinê ji hev belav bikin. Di aliyê siyasî de plan kirin, leşker şandin herêmê, bi PDK’ê û Tirkiyê re êrişî Şengalê kirin, lê gelê me gav bi paş ve neavêt û li ser bidestxistina mafê xwe yê rewa dewam kir.’’

Koçberkirin pîlaneke siyasî ye 

Endamê Mekteba Siyasî yê PADÊ Hisên Hecî di dawiyê de balê bire ser pêla nû ya koçberkirinê jî û hişyar kir:

“Niha li ser gelê me yê li nav kampan şerekî taybet tê meşandin. Dixwazin gelê me koçberî derve bikin da ku venegerin Şengalê. Ev pêla koçberiyê pîlaneke siyasî ya valakirina Şengalê ye. Em bang li gelê xwe dikin da ku li Şengalê xwedî derkevin, neyên xapandin. Di nava koçberiyê de jî gelê me tê qetilkirin. Em dibînin cihê ku Êzîdî tê de bisitirin, Şengal e.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.