Soza xwe bi cih anî

Duşem 5 Hezîran 2023 - 01:16

  • Hevalê şehîd Salih Cizîrî, Hacî Çelîk dibêje, PDK û dewleta Tirk li Şengalê hewl dabû wî birevînin: Salih li qatê diduyan ê avahiyê bûye. Ew camê dişikîne û xwe ji destê wan xelas dike.  

DENIZ BABÎR/FRANKFURT

 

Di êrişa balefirên şer ên dewleta Tirk a 5´ê Hezîrana 2021’ê de li wargeha penaberan a Mexmûrê, Salih Cizîrî (Hasan Adir) şehîd bûbû. Di ser şehadeta vî kedkarê tevgera Azadiya Kurdistanê re 2 sal bihurîn. Xwişka wî Nûşîn Îmret, kurê wî Mazlûm Adir û hevjîna wî Suphiye Adir behsa şehîd Salih Cizîrî kir.

Salih Cizîrî sala 1962´yan hat dinê. Wî li navçeya Şirnexê Cizîrî dartaşî yanî necarî dikir. Wê sala 1986´an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Birayê wî Mehmet (Şehîd Çekdar) sala 1986´an tevlî nav refên PKK´ê bû û sala 1990´î li Kerboranê şehîd bû. Birayê wî yê din Abdurrahim (Çekdar) jî 2´yê Tebaxa 1992´yan li Hezexê şehîd bû. Salih Cizîrî jî gelek caran hat girtin û kete hepsê. Piştî ku sala 1991´ê hat tehliyekirin, ew bi malbata xwe re çû Elmanyayê û li wir di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de çalak bû. Li Elmanyayê jî ew du caran hat girtin û bi giştî 5 salan di hepsê de ma.

Xwişka wî Nûşîn Îmret, piştî mirina bavê xwe hatiye dinê. Ew ji bo şehîd Salih Cizîrî dibêje, "Ji min re bû hem bav û hem bira. Di malbatê de yê herî nêzî xwe min dîtî, Salih bû." Salih li Elmanyayê jî lê xwedî derketiye: "Sala 1998´an hevjînê min tevî du hevalên xwe li avahîsaziyê ketin xwarê. Axir Salih bavtî ji zarokên min re jî kir."  

Xwişka Salih Cizîrî, Nûşîn Îmret behsa zilma li malbata wan hatiye kirin, kir û got, "Gava ku xebera şehadeta wî hat, hîna nû ez hîn bûm ku birayê min ê mezin Çekdarê Mezin, li nav refên gerîla bû. Piştî şehîdbûna wî, bi birayê min ên din ê mezin Rênas revandin. Piştre berê xwe dan Salih, ew kirin hepsê. Li Elmanyayê jî zext lê dihat kirin. Kete hepsê, lê ti carî dev ji têkoşîna xwe berneda.”

Dor gihiştibû wî

Kurê wî Mazlûm Adir jî got, "Li Elmanyayê, bavê min tim di nava xebatan de cihê xwe girt. Ew timî li deverên din bû, lê girêdana di navbera me de gelekî xurt bû. Ew timî weke hevalekî nêzî min bû. Ez hîç lê nefikirîm ku ew ê rojekê biçe. Rojekê hat, got, ez diçim welat. Keça min hîna nû hatibû dinê. Bavê me ji me re mîrateyek hişt. Em ê vê mîratê zindî bihêlin." 

Hevjîna wî Suphiye Adır jî got, "Gava em li Cizîrê bûn, ew timî dihat girtin, êşkence lê dikirin û gef lê dixwarin. Birayên wî şehîd bûbûn. Piştî ku sala 1991´ê tehliye bû, em hatin Elmanyayê. Got, ez ê vegerim welêt. Min kir û nekir, ji ya xwe nehat xwarê. Me jî qebûl kir. Ev xewna wî bû, da pey xewnên xwe."

Salihê Cizîrî

PDK´ê û Tirkan xwest wî birevînin

Hevalê Salihê Cizîrî, Hacî Çelîk jî got, "Salih beriya biçe, hat ji me xatir xwest, got, ez diçim welatê xwe çawa ku xewna min bû. Min jê re got, tu nexweşî, tê ji hevalan re bibî acizî. Wî got, ez ê biçim û careke din jî venagerim Ewrûpayê, ez ê soza xwe ya beriya ez ji Cizîrê derkevim, bigirim. Me hev du sala 2018´an li Şengalê careke din dît. Miletê Êzîdî gelekî hez jê kiribû. Paşê şehîd bû." 

Hacî Çelîk her wiha behsa serpêhatiyeke şehîd Salih Cizîrî kir û da zanîn ku PDK´ê û dewleta Tirk hewl dane wî li Şengalê birevînin: "Di êrişa Şengalê de PDK û Tirkan hewl daye heval Salih birevînin. Salih li qatê diduyan ê avahiyê bûye. Ew camê dişikîne û xwe ji destê wan xelas dike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.