MUHAMMED KAYA/BERLÎN

 

Parêzer Dr. Lukas Theune li ser hewldana polêsên Elman a ji bo astengkirina alên YPG û YPJ'ê got, "Polêsê Berlînê, li dadgehê soz da ku wê van alan qedexe neke, lê vê soza xwe bi cih naîne."

Tevî gelek biryarên dadgehên Elmanyayê jî polîs û yekîneyên din ên ewlekariyê li dijî sembolên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi israr siyaseta krîmînalîzekirinê dimeşînin. Polêsên Elman bi taybetî li hin bajaran îdîa dikin ku di meş û xwepêşandanan de qedexe ye ku Kurdistanî tevî dostên xwe alên YPG û YPJ'ê hildin. Yek ji van bajaran jî paytext Berlîn e.

Herî dawî 10'ê Îlona 2022’yan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Di meşê de destûr nehat dayîn ku alên YPG û YPJ'ê bêne hildan. Eşkere bû ku ev astengiya polîsên Elman ji aliyê qanûnî ve bêbingeh e.

Ji parêzerên ku Gulanê ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê serî li Wezareta Edaletê dayî, Dr. Lukas Theune diyar kir ku polêsê Berlînê guh nade biryara dadgeriyê ya beriya niha. Hiqûqnasê îdarî Dr. Theune destnîşan kir ku li Elmanyayê li pêşiya alên YPG û YPJ'ê ti qedexe nîne.

Dr. Theune anî ziman ku polêsên Midûriyeta Polêsan a Berlînê gotiye, li pêşiya alên YPG û YPJ'ê ti qedexe nîne, tevî vê yekê jî di xwepêşandanan de helwesteke bi vî rengî nîşan didin: "Polêsên Berlînê baş dizanin ku al qedexe nîne, ji ber ku di dozeke li dadgehê de bi xwe qebûl kirin. Polêsan soz da ku wê li hemberî alên YPG û YPJ'ê ji niha û pê ve tiştekî nekin."