Soz dan Kobanê!

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:33

  • Malbatên şehîdan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê jî êriş şermezar kir û got, dewleta Tirk hewl dide tişta ku DAIŞ`ê nebir serî bibe serî.

Malbatên şehîdan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê jî êriş şermezar kir û got, dewleta Tirk hewl dide tişta ku DAIŞ`ê nebir serî bibe serî.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê da.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li ber avahiya meclîsê ya li bajarê Kobanê kom bû û derbarê êrişên îro yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê de daxuyanî da.

Hevserokê meclîsê, Gêlo Elî got, êrişên îro yên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kir: "Em ê wekî xelkê Kobanê, bi taybetî malbatên şehîdan li ser axa xwe bin, ew sozên ku me dane şehîdên xwe û gelê xwe, ev êrişên wiha û yên jê mezintir wê me netirsînin.

Em li vir soz didin Kobanê, soz didin şehîdên xwe, soz didin rêber Apo û soz didin gelê Kobanê ku em ê li hemberî van êrişan li ber xwe bidin."

Bêdengiya garantoran jî rûreş kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî got, dewleta Tirk dema dît DAIŞ nikarî Kurdan qir bike û ewlehiya herêmên wan têk bibe, hewl dide bi xwe armancên xwe pêk bîne. Rêveberiyê her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk jî şermezar kir.

Bi dehan endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li qada sereke ya Kampa Berxwedanî ya girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê doh kom bûn. Cîgirê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê, Îsrafîl Mistefa û endama rêveber a Desteya Jinan Zelûx Reşîd got, dewleta Tirk a faşîst bi êrişên li dijî herêmê hewl dide aloziyên xwe yên hundir û binketina xwe ya dîplomatîk veşêre. Herî dawî êrişî Kobanê û gundên wê kirin ku di encamê de sivîlek şehîd bû û 12 kes birîndar bûn.

Wan bêdengiya Rûsya û Emerîkayê beramberî êrişan bi bîr xist û ev bêdengî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

EFRÎN/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.