Sosreteke din a dewleta Tirk

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 14:18

EYLEM AKDAG / MA / DÊRSIM

Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, doza tazmînatê li malbata gerîlayê HPG’ê Mahîr Mûnzûr (Cîhan Kit) ê ku li Dêrsimê şehîd bû, kir. Dayik Ferîde Kit got:"Bela xwe ne ji kurê min ne jî ji min vedikin."  

Mahîr Mûnzûr û Aso Amed di sala 2018'an de li bejahiya Dêrsimê di şer de şehîd bûn. Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, doza tazmînatê li malbatên her du gerîlayan kir. Fermandariyê di dozê de diyar kiriye ku di dema tevgerê de zinar bi ser leşkeran de ketiye, leşker ji ber van zinaran birîndar bûne û tazmînat dane leşkerên birîndar. Fermandariyê, tazmînata ku dane leşkerên birîndar ji malbata Kit xwest. Di dozê de ji dê û bavên Kit bi awayekî cuda 15 hezar û 749 lîre tazmînat hatiye xwestin. Her wiha hatiye xwestin ku tazmînat ji 16'ê nîsana 2021'ê ve tevî faîzê bê dayîn. Doz li Dadgeha Dêrsimê didome. 

Dijmin be jî bila birûmet be

Ferîde Kit, dayika Mahîr Mûnzûr, doza navborî wekî "zilm û neheqiyê" nirxand. Ferîde Kit ragihand ku ew jî demeke berê ji girtîgehê derketiye û pê hesiyaye ku ev doz li wan hatiye vekirin û got:"Du meh berê, ewraqeke wiha hat girtîgehê. Gava min li ewraqê mêze kir, ez şaş mam. Hevalan ew xwend. Ji ber ku di dema şer de lingê leşkerekî li kevir ketiye, em dane ber dadgehê. Tevî me çend malbatên din jî hene. Doza tazmînata madî li van malbatan jî kirine. Dijmin be jî, divê ew dijmin hinekî birûmet be. Divê êşeke wiha bi dayikekê nedin kişandin. Bela xwe ne ji hestiyên kurê min ne jî ji min vedikin." 

Ti dewletê ev zilm nekiriye

Ferîde Kit ku got "Herhal li cîhanê êşa herî mezin ev e; tu radibî kurê min dikujî û bi ser de jî doza pereyan li min dikî" wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li her derê cîhanê şer çêbûye, lê ti dewletê ev qasî zilm nekiriye. Ez vê ferasetê bi tundî şermezar dikim. Feraseteke tewş e. Ez ê paş de gav neavêjim. Ez serbilind im û ez li pişta kurê xwe me. Ez ê li ber vê ferasetê têbikoşim. 5 sal in tim davêjin ser mala min. Belesebeb zarokên min girtin û ceza li wan birîn. Belesebeb ez girtim. Ez ji ber îtirafkarekî ku wî nas nakim di girtîgehê de mam." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.