Sosreta dewleta Tirk

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:11

Li Amedê di 31’ê gulana 2020’an de Muhammed Emîn Cura li polêsê bi navê Atakan Arslan dabû û ew kuştibû. Ji bo Emîn Cura bê girtin operasyon hatibû destpêkirin. Polîsan bi ser mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz de girtibû û bi kuçikan êşkence li wan kiribû û ew birîndar kiribûn. Paşê têkildarî vê êşkenceya bi kuçikan der barê berpirsê kuçik polês Serdar Gok de ji sûcê “wezîfeya cemaweriyê bi xerabî bikar aniye û bi qestî birîndar kiriye” doz hat vekirin. Di rûniştina dawî ya dozê de têkildarî bûyerê rapora pispor hat xwestin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ji Fermandariya Navenda Perwerdehiya Hesp û Kuçikan a Leşkeriya Nevşehîrê rapora pispor xwest. Di raporê de hat îdiakirin ku polêsê bersûc ango polîsê bepirsê kuçik, “bêqisûr e” û kuçik jî “hatiye tahrîk kirin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.