Şoreşgerên dilsozê nirxên azadiyê

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 03:05

HPG’ê diyar kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 gerîla şehîd bûn û got:“Em soza xwe nû dikin ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:“Hevrêyên me Berxwedan û Ezîz li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di encama êrîşên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyê me Berxwedan ji Efrînê tevlî nava refên gerîla bû. Di tunelên berxwedanê de û bi tarzê tîmên gerîla yên nîv bi tevger di gelek çalakiyên ku li herêmên Avaşîn û Zapê li dijî dijmin hatin lidarxistin de, cih girt. Zarokê bi wêrek ê Cizîra Botan hevrêyê me Ezîz bi serhildanan têkoşîna me ya azadiyê nas kir û ji bo ku ev têkoşîn bigihije serketinê, bê dudilî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji Rojava heta Qendîlê, ji Xakurkê heta gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bû xwediyê têkoşîneke bê hempa. Bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Berxwedan û Ezîz, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Berxwedan li Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me dema ku cara ewilî hatî çiyayên Kurdistanê, li hemberî heybeta çiyayan nekarî heyrantiya xwe veşêre. Di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Di şert û mercên zehmet ên şer de, bi nirx û hezkirina xwe ya li hemberî hevrêyêyên xwe û bi têkoşîna xwe ya fedakarî rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Berxwedan ji bo pêşketina berxwedana Zapê, bû xwedî kedeke bê hempa û bû yek ji hevrêyên me yê ku li Zapê şopa xwe hişt.

Hevrêyê me Ezîz li Cizîra Botan a dêrîn ku yek ji wan cihên Kurdistanê ye û welatparêzî lê zêde ye, jidayîk bû. Di sala 2014’an de li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Hemû erkên xwe bi coş û moraleke mezin bicih anîn. Di serdema ku dijmin êrîşên xwe zêde dike de hevrêyê me derbasî herêmên ku lê şer dijwar bû û derfet dît ku tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de di pratîkê de nîşan bide. Hevrêyê me taktîkên gerîla yên serdema nû bi hosteyî û cesareteke mezin di pratîkê de bi cih anîn û bû xwediyê pratîkeke serkeftî.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de bi vî rengî ne:

Berxwedan Qehreman (Mihemed Silêman), li Efrînê jidayîk bûye. 16’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ezîz Gabar (Serdar Sonmez), li Şirnexê jidayîk bû. 18’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.