Şoreşgerekî dilsoz û dilnizm
În 27 Hezîran 2025 - 03:40
Navenda Ragihandin û Çapameniya YRK’ê nasnameya gerîlayekî xwe bi raya giştî re parve kir:“Hevalê me Reşîd Rojhat di 7’ê Adara 2023’yan de li çiyayê Şaho dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayekê de, ji şikêrê dikeve û dighêje asta şehadetê. Şehadeta hevrêyê me xemgîniyek mezin di dilê me de ava kir. Di serî de malbatê hêja yê hevreyê me yê şehîd û di şexsê eşîra Mamxurî ya welatparêz de, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xeyalên wan gihandina serkeftinê careke din dubare dikin.
Hevreyê me Reşît Rojhat li Colemêrgê ji dayîk bûye. Ji eşîra Mamxûrî ye û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di nava malbatê de birayê hevreyê me, Bahoz (Nacî Botzkurt), di sala 2016’an de li Şirnexê bi pêkanîna çalakiya fedayî, digihêje şehadetê. Di sala 2015’an de biryara beşdarbûnê dide û berê xwe dide nava refên gerîla. Di gelek herêman de kar û xebatên cur bi cur pêk anî û ji bo her berbisyariyeke şoreşgerî her tim xwe amade kiribû. Felsefeya hevreyê me her tim ew bû ku kar û xebatê şoreşê bi rengekî herî baş were meşandin, tu carî ji bo pêkanîna erka xwe cih û dem ne kir asteng. Yanî kesayetek dilsoz, sadiq û heta dawî dilnizim bû. Ji ber taybetmendiyên ku di kesayet xwe de ava kiribû, hem di hêla xwe perwerde kirinê û hem jî her tim xwe di paradîgma Rêber Apo de kûr kirin, her hevreyekî dixwest pê re pratîk bike û kar bide meşandin. Di nava dilê hevalên xwe de bi hezkirineke mezin, mezinbûna hevaltiya ku ji tevgera azadiyê girtibû her tim dida xurt kirin. Di dema ku bi bûyereke bi vî rengî digihêje şehadetê jî, di dilê her hevalî de xemgîniyek pir mezin ava dibe. Li ser vî esasî careke din ji malbata hevreyê xwe yê welatparêz û di şexsê eşîra Mamxurî de ji tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê soza xwe ya beramber şehîdan careke din em nû dikin, ji bo pêkanîna hemû armanc û xeyalên şehîdên xwe em ê têkoşîn bikin.” Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yên şehîd bûye, bi vî rengî ye:
Reşît Rojhat (Kemal Bozkurt), li Colemêrgê jidayîk bûye, 7’ê Adara 2023’an li Şaho şehîd bû.
BEHDÎNAN