Şoreşgerê pêşeng: Şehîd Helmet Gabar
În 27 Hezîran 2025 - 03:50
- Diyar Xerîb hîn di ciwaniya xwe de bû dema ku hestên wî yên neteweyî gur bûn. Di demek kurt de bi Rêber Apo re hevdîtin kir û soz da ku têkoşîna xwe bidomîne. Ew pêşengê gelê Başûrê Kurdistanê û perwerdekarê ciwanan bû. Wî gelek berpirsiyarî girt ser xwe û bêwestan ji bo azadiya gelê xwe şer kir û ji bo vê armancê canê xwe fedayî azadiya gel û welatê xwe kir.
Îro şeş sal bi ser Şehîd Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ê pêşengê Tevgera Azadiyê û Başûrê Kurdistanê re derbas dibin ku di sala 1973’yan de li gundê Sewsenanî yê bajarokê Qeredaxê yê parêzgeha Silêmaniyê jidayik bû. Wî dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê û di salên 1995-1996an de bi serkeftî Beşa Fîzîkê li Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê qedand.
Malbata Helmet bi hestên xwe yên welatparêzî û azadîxwaz dihatin nasîn. Tevî temenê xwe yê ciwan, di Raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991’an de rolek mezin leyîst. Birayê wî di heman demê de li Kerkukê şehîd bû.
Hîn ew li zanîngehê bû ku wî Tevgera Azadiya Kurdistan-PKK û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Şehîd Helmet Gabar bi biryar bû ku wêjeya rewşenbîrî û siyasî ya Rêber Apo û PKK’ê bixwîne û bi hevalên xwe re nîqaşên germ bike. Di sala 1995’an de, asta bawerî û biryardariya xwe gihand asta beşdariya şoreşgerî ya mezin di nav refên rêxistinên PKK’ê de.
Her wiha beşdarî konferansa damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YXLWK) bû û di hişyarkirin û rêxistinkirina ciwanên Başûrê Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Ew her wiha nivîskarekî çalak yê kovara Roj ya xwendekar û ciwanan bû.
Ruhê wî yê azadiyê û têgihîştina wî ya Rêber Apo mezintir dibû. Di salên 1997-1998’an de, Şehîd Helmet Gabar bi komek hevalan re çû meydana serokatiyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Bi coşeke şoreşgerî beşdarî dewreyên perwerdehiya Serokatiyê bû û analîz û nirxandinên wî bala Rêber Apo û hevalên wî kişand. Lewra ew ji bo Rêber Apo û hevalên wî bû hêviyeke mezin.
Jiyana Diyar Xerîb tijî têkoşîn bû û şoreşgerê pêşeng yê gelê Başûrê Kurdistanê bû. Bi hezaran kesan ew weke mamoste û pêşengê xwe didîtin. Di 26’ê Hezîrana 2019’an de, ew û du hevalên wî yên bi navê Dûran û Şahîn di êrîşeke hewayî ya balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bûn û bi vî awayî tevlî Karwanê Şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bûn.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN