- Darwîn Darî "Şoreşa zimanê Kurdî li Rojava dişibe xebata vejînê. Jiyaneke nû afirand. Ev jiyan ew e ku çawaniya tevlêbûna li dibijstan, ji destpêka qonaxa seretayî heta bi amadehî û zanîngehê ku mîna fêkiya vê şoreşê ye."
EKREM BEREKAT / ANHA/QAMIŞLO
21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ye. Di 17’ê Mijdara 1999’an de ev roj ji aliyê rêxistina UNESCO'yê ve ve hate diyarkirin. Fikira pîrozkirina vê rojê jî bi însiyatîfa ji aliyê Bengladêş ve derket. Roja Ziman a Cîhanê bi awayekî fermî li tevahî cîhanê di sala 2000’an de hate pîrozkirin.
Li gorî rêxistina UNESCO, nêzî 7 hezar ziman li cîhanê hene. Li gorî rapora Atlas a Zimanan ku di sala 2010’an de ji aliyê UNESCO ve hatiye weşandin, ji wan 2 hezar û 500 ziman bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne.
Li Rojavayê Kurdisanê sala perwerdeyê ya 2012/2013’yan, aktîvîstên zimanê Kurdî bi lez dest bi dayîna perwerdeyên zimanê Kurdî bi awayê xelekan li dibistanan kir û di sala perwerdeyê ya 2013 û 2014’an de zimanê Kurdî bû zimanekî fermî di dibistanên li herêma Cizîr û kantonên Kobanê û Efrînê de. Her wiha di 2014/2015’an de meteryalên refên yekê û duyê bi zimanê dayikê hatin çapkirin. Niha jî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteryal bi zimanê dayikê tên dayîn an ku Kurd bi zimanê xwe, Ereb bi zimanê xwe û Suryan bi zimanê xwe hîn dibin.
Zanîngeha Rojava
Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Ew jî yek ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Bi derfetên pir kêm li ser asta akademî û rêveberî karibû bingeh û zemînekê ji saziyeke fêrbûn, zanist re ava bike ku heta niha dixebite û bi sazî û kesayetên akademisyen – zanist – navneteweyî re dikeve nava pêwendiyê de.
Şoreşa ziman, jin û leşkerî
Yek ji aktîvîstên zimanê Kurdî û hevserokê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî, ji 1987’an ve fêrî nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bûye. Darî wiha peyivî: "3 stûnên Şoreşa Rojava hebûn; şoreşa ziman, jin û şoreşa leşkerî. Bi rizgarkirina herêman re dest bi perwerdekirina bi zimanê dayikê kir û ev jî ji me re xewnek bû.
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi awayekî rêxistinê fêrkirina bi zimanê Kurdî wekî xelekan di dibistanan de hate destpêkirin. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê di 2014’an de zimanê Kurdî bû zimanekî fermî. Dûvre meteryal hatin danîn û kadro hatin amadekirin. Hemwextî wê jî hemû beşên civakê li herêmê li ser zimanê kurdî dihatin fêrkirin û perwerdekirin. Li pey wê peymangehên ji bo perwerdekirin û amadekirina kadroyan ji dibistnan re hatin vekirin."
Astengî jî hebûn
Darî behsa hin astengiyên li pêşberî wan kir, di serî de hin partiyên Kurd fêrbûna bi zimanê dayikê red dikirin. Tunebûna jêderên taybet bi perwerdekirina bi zimanê Kurdî, dorpêça li ser herêmê ku nehişt xwe bigihînin jêderên derve û sûdê ji pisporiyên wan ên zanistî wergirin. Darî wiha pê de çû: "Mamosteyan ked û xebatên xwe ji bo amadekirina meteryalekî giştî da."
Dişibe xebata vejînê
Darwîn Darî şoreşa ziman li Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa vejînê bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Ji xebatên herî dijwar xebata vejînê ye, lê jiyaneke nû diafirîne. Şoreşa zimanê Kurdî li Rojava dişibe xebata vejînê. Jiyaneke nû afirand. Ev jiyan ew e ku çawaniya tevlêbûna li dibijstan, ji destpêka qonaxa seretayî heta bi amadehî û zanîngehê ku mîna fêkiya vê şoreşê ye."
Darwîn Darî îşaret bi xebata perwerdekirina bi zimanê dayikê kir û da zanîn ku piştî 10 salan ji têkoşîna bênavber ev xebata gihaşt qonaxa vekirina beşa xwendina master di ziman û wêjeya Kurdî de li zanîngehan û niha jî hewldan hene ku beşa dîktora were vekirin.
Me gavên mezin avêtin
Her wiha Darî xîtabî kesên ku fêrbûna bi zimanê Kurdî red dikin, kir û got: "Di 10 salên borî de me gavên mezin avêtin û me zimanê kurdî gihand astên pir bilind. Heke me guh bida nêrînên wan, me yê zimanê xwe bihişta û em ê rûbirûyî tunekirina hebûnê bûna."