Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê û PYD'ê di civînekek çapemeniyê de diyar kir ku hefteyek e bi ti awayî ew agahiyê ji endamên xwe yên PDK´ê ew girtin, nagirin û bang li rêveberiya herêmê kir da ku nûnerên wan demildest bên berdan. 

Nûneriya Rêveberiya Xweser û PYD´ê bi bîr xist ku hêzên PDK´ê 3 kesên nûnerê rêveberiyê û endamênPYD´ê li balafirgeha Hewlêrê di 10'ê Hezîranê de kirine nazaretê.

Di Civîna çapemeniyê ya li Silêmaniyeyê de Nûneriya Rêveberiya Xweser û Nûneriya PYD´ê li Başûrê Kurdistanê got, "Di 10'ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û 2 endamên têkiliyên derve yên PYD'ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li balafirgeha Hewlêrê dema ku mêvan pêşwazî dikirin, ji aliyê Asayîşa Balafirgehê ve hatin girtin û radestî Asayîşa Giştî hatin kirin.

Ji wê rojê heta îro bûye hefteyek e ti agahî ji wan nehatiye û ti peywendî bi wan re çênebûye. Êdî em ji jiyana wan bi guman in.
Di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de kirinên bi vî rengî, astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî ne. Her wiha ji hewldanên qelskirina destketiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne. Ev kirin bi ti awayî nakeve xizmeta yekrêziya Kurdî û helwêsta neteweyî. Berevajî wê, xizmeta pîlangeriya neyarên Kurdan dike. 

Li ser vî esasî, em vî sûcê derheqê kesayetên me yên siyasî de şermezar dikin û ji PDK'ê dixwazin ku demildest nûnerên me serbest berde. Her wiha banga me li hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlamena herêmê, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hemûyan ew e ku li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin.

Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyariya xwe ya niştimanî rabin."

SILÊMANÎ